Wezîrê berevaniya Tirkiyê roja Çarşemê got "metirsiyek rastîn" li herêma Afrîn ya Sûrîyê heye û divê ji holê bihê rakirin.
Nurettin Canikli wezîrê berevanîya Tirkîyê di dema axiftinekê de, liser budceya wezareta berevaniyê, li paytext Enqere da zanîn ku, artêşa Tirkiyê sêyemîn xala zêrevaniyê li herêma parêzgeha Îdlib ya Sûrî avakirine.
Ji hejî gotinê ye ku, di rojên bûrî de çendîn caran berpirsên dewleta Tirkiyê herêma Efrîn û Yekîneyên Parastina Gel "YPG" li Efrîn wek armanc nîşan dane.