Partîya Komunîst ya Tirkîyê (TKP) îro Pêncşemê ragihand ku li navendeke alîkarîyê ya li bajarê Osmanîye 10 endamên wê hatine desteser kirin.
TKP’ê dîyar kir ku polîs bi îdîaya ku endamên wan kelûpelên Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) didizin ketine cîhên ew lê dimînin.
Ji parêzerên TKP’ê Okan Alay ji Sol Haberê re dîyar kir ku polîsan ji wan re dîyar kiriye ku bi tenê AFAD dikare alîkarîyê bike.
Sekreterê Giştî yê TKP’ê Kemal Okuyan jî ji Twitterê ragihand ku desthilata sîyasî xwe nikare bixebite, lê endamên wan yên li ser kar desteser dike.
Okuyan dîyar kir ku Tirkîye di bin kavilan de maye, loma ewê dest ji doza xwe ya hevkarîyê bernedin.
Jêder: T24