Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementerê HDP’ê Togrul jibo Sê Deqe Axaftinê Sê Sal Ceza Xwar


Mahmut Togrul

Parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Entabê Mahmut Togrul, jiber axaftinekê 2 sal û 6 meh cezayê zindanê girt.

Cezayê zindanê jiber axaftinên Togrul yên li Entabê û Mereşê li wî hate birîn.

Togrul, dema bûyerên Cizîrê û heremên din yên Kurdan li Entabê axifîbû. Dadgehê 3 sal ceza li wî birî û 4 meh ji cezayê wî daxist û 2 sal û 6 meh ceza da wî.

Togrul ew biryar ji Dengê Amerîka re wiha nirxand:

“Piştî xirakirina Cizîrê, 20 cenaze hatin Entabê. Dema malbat hatin, jibo ku dil bidin wan, min axaftinek kir ku tenê sê deqe bû. Mixabîn jibo axaftina 3 deqe 3 sal ceza dan min. Em dizanin ev ceza ne bo axaftinê ye. Ew dixwazin ku bi van cezayan HDP’ê li dervayê qada sîyasetê bihêlin, lê em vê helwesta dewletê napejirînin.”

Togrul bal kişand ku biryara dawî ya derheqa wî ji alîyê meclîsê ve were dayîn, lê ew nizane ku encameke çawa derkeve.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG