Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tokyo Meşek Proterstoyî li Dij Derbeya Leşkerî ya Myanmar


Dîmeneke ji xwepêşandana dijî daerbeya leşkerî ya li Myanmar, li Tokyo, 14 Sibat,2021
Dîmeneke ji xwepêşandana dijî daerbeya leşkerî ya li Myanmar, li Tokyo, 14 Sibat,2021

Li Tokyo ya paytexta Japonya îro Yekşemê bi hezaran kes dijî darbeya leşkerî ya li Myanmar daketin kolanan.

Xwepêşandanderan wêneyên rêbera hilbijartî ya girtî Aung San Suu Kyi hilgirtin û bi gelemperî jibo şermazarkirina derbeyê bi rengekî bêdeng meşyan.

Rêxerên xwepêşandanê ragihandin ku ev heya îro mezintirîn protestoye bi vî rengî ya li Japonya.

Wan got ku zêdetirî 4.000 kes beşdarî xwepêşandanê bûne, bi posterên wek "Bo xilaskirina Myanmar alîkarîya me bikin" û "Sûcên dijî Mirovahiyê Rawestînin", meşyane.

Polîsê Tokyo jî got ku ew nikarin ser hejmara beşdarvanan agahdarîyê bidin. Ew xwepêşanda li Tokyo di heman dema ku bi deh hezaran kes di roja nehan ya protestoyên girseyî de careke din roja Yekşemê daketin kolanên Myanmar ê, û protesto hatin lidarxistin.

Li Japonya ji derbeya 1'ê Sibatê vir ve, ji hêla welatîyên Myanmarê yên li wî welatî dijîn, gelek xwepêşandan têne kirin.

Thant Zaw Htunê 45 salî, bi eslê xwe ji Yangonê ye û niha li Japonya wek karmendekî dixebite behsa xwepêşandanên li Myanmar kir û got ku bûyereke pir xemgîn e.

"Ez dixwazim herim Myanmarê ku beşdarî wan bibim lê jiber rewşê (qedexeya rêwîtiyê ya bi sedema pandemîya vîrusa korona) nikarim. Di şûna wê de, ez îro tevlî vir dibim tiştê ku ez dikarim bikim, eve" Htun got.

Ji aliyê din tê çaverê kirin ku ewê desteserkirina seroka hilbijartî Suu Kyi roja Duşemê bidawî bibe.

Hevdem, derbeya leşkerî ya li Myanmar ji hêla welatên Rojavayî ve hat şermezarkirin û Amerîka hemberî generalên serdest yên darbeyê hin tole ragihand.

Hejmareke welatên din jî li ser ragihandina hin toleyan difikirin. Lê, Japonya û hin dewletên Asyayî yên din jiber ku li herêmê girîngîya stratejîk ya Myanmar heye, ne mimkine ku peywendî yên xwe qut bikin.

Gelek çalakvanan weneyên Suu Kyi hilgirtin, hinekan jî maskên bi weneyên Suu Kyi li rûyên xwe kiribûn.

Thwe Thwe Tun, 27, ku li kompanîyeke avahiyê de dixebite anî ziman ku wek welatîyekî Myanmarê, ew bê guman nikare derbeya leşkerî ya li Myanmarê qebûl bike.

"Ez bawer dikim ku tevahîya welatîyên Myanmar yên li Japonya xwedan heman ramanê ne," Tun got.

XS
SM
MD
LG