Li gor çavdêr û hezkerên fîlman, sala 2023 ji bo sînemaya Hollywood saleke pir baş û berhemdar bû, tê de hejmarek fîlmên balkêş hatin çêkirin û di bazara sînemayê de pir serkeftî bûn.
Fîlmên wekî Barbie, Taylor Swift, Killers of the Flower Moon, Oppenheimer, Priscilla, Ferrari, Napoleon û Maestro ji fîlmên herî balkêş bûn û karîbûn salonên sînemayê li seranserê cîhanê bi temaşavanan tijî bikin.
Di heman demê de, sala 2023'an têgihîştina giştî ya bûyer û çîrokên di fîlman de hate guhertin. Herwiha, merasîmên xelatdayînê, festîval, û nîşandana fîlman li welatên cîhanê hevdem bûn û ev tevde bûn alîkar ku hejmara hezkiriyên sînema û fîlman bêtir bibin.
Her di vê salê de, kompaniya Walt Disney Studios û Warner Bros 100 salîya xwe pîroz kirin.
Gelek ji fîlmên ku di serê lîsta firotanê de ya sala 2023'an bûn, fîlmên hêsan û nêzîkî civakê bûn, wekî Marvel û fîlmên din yên "action," tevî ku budceya wan mezin bû, lê li gor temaşevanan û firotana bilêtan, ew ne li gor pîvanan ne di asta bilind de bûn.
Ev jî lîsta hejmarek ji fîlmên herî balkêş in ku qezencên pir baş û serkeftî di salonên sînemayê de bidest xistin:
1. Fîlmê "Barbie"
Lîstikvana sereke Barbie bi xwe ye, ku li çîroka xwe xwedî derdikeve û li pirsên wê digere wek lîstokeke zarokan û çawa derbasî jiyana rasteqîn dibe.
Tevahîya nirxê firotinê li cîhanê gihîştiye: $ 1,441,816,1
Budce: 145 milyon dolar.
Ew yekem fîlm bû ku ji hêla jinekê ve hatiye çêkirin ku bilêtên firotina wê 1 milyar dolar derbas kir.
Barbie di heman demê de zûtirîn fîlmê WB ye ku tenê di 17 rojan de 1 milyar dolar derbas kiriye. Ev tomara ku berê fîlmê "Harry Potter and the Deathly Hallows - Part 2" bidest xistibû.
2. Fîlmê “The Super Mario Bros"
Çîrok li ser lîstokeke vîdyo ya kevn e bi navê “Mario.” Ev fîlm çîroka Mario û birayê wî Luigi dibêje ku di binê erdê de digerin û hewl didin ku şahjineke girtî rizgar bikin.
Tevahîya nirxê firotina bilêtên fîlm li seranserê cîhanê gihîştiye: $ 1,361,427,9
Budce: 100 milyon dolar.
3. “Oppenheimer”
Ew çîroka zanyarê Amerîkî J. Robert Oppenheimer û rola wî di pêşvebirina bombeya atomê de dibêje.
Tevahîya nirxê firotina bilêtên fîlm li seranserê cîhanê gihîştiye : $ 951,992,1
Budce: 100 milyon dolar.
Ev bîyodramaya derhêner Christopher Nolan ya derbarê bombeya atomê bûye biyografîka herî buha ya hemû deman.
4. "Guardians of the Galaxy Vol 3”
Fîlm qala çîroka Peter Quill dike ku grûpa xwe ji bo parastina gerdûnê kom dike û yek ji derfetên hêza wan ew e ku eger têk biçin, dikarin parêzgeran û gerdûnê winda bikin.
Tevahîya nirxê firotina bilêtên fîlm li seranserê cîhanê gihîştiye : $ 845,555,7
Budce: 250 milyon dolar.
5. "Fast X"
Dom Toretto û malbata wî dibin armanc ji kurê rêberê mafyaya madeyên hoşbir Hernán Reyes û ew dixwaze tola xwe hilîne.
Tevahîya nirxê firotina bilêtên fîlm li seranserê cîhanê gihîştiye : $ 704,709,6
Budce: 300 milyon dolar.
6. "Spider-Man: Across the Spider-Verse"
Miles Morales li seranserê gerdûnî digere. Di gera xwe de rastî cûrekî din ji pêrebokan dibe û ji bo parastina gerdûnê ew dikeve şerekî li hember wan.
Tevahîya nirxê firotina bilêtên fîlm li seranserê cîhanê gihîştiye: $ 690,516,6
Bûdce: 100 heta 150 milyon dolar bû.
7. "The Little Mermaid"
Ev jî çîroka horiya deryayê dibêje bê çawa sihirbazek deryayî dek û dûlabaln bi sere wê dike jib o dengê wê yê xwe û naskirina jiyana ser zemînê.
Tevahîya nirxê firotina bilêtên fîlm li seranserê cîhanê gihîştiye: $ 569,626,2
Budce: zêdetirî 250 mîlyon dolar.
Ev fîlm mîna gaveke geşepêdanê bû ji alîyê kompaniya Walt Disney Studios ve.
Di sala 2023'an de bi sedan fîlm hatin berhemdan û çêkirin, ku hin ji wan drama bûn, hinên din jî action, tirsnak, çîrokên rastîn, fîlmên orkestral û muzîkî bûn, lê hindik in ku li salonên sînema li Amerîka û li seranserî cîhanê baş hatin firotin. Ev nayê wê wateyê ku ew fîlmên nebaş in yan jî lawaz in. Tenê girêdana wê yekê bi bazara sînema û rewşa aborî, siyasî li seranserê cîhanê ve heye. Her fîlmek bi serê xwe serbor û çîrokeke balkêş û hêja ye.
Jêder: Box office Mojo, Movie Insider û IMDB