Bernameya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê yên Tirkîyê do Duşemê destpê kir.
Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku 36 partî wê beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bibin.
YSK jibo beşdarîya li hilbijartinan şertên wek li nîvê bajarên Tirkîyê avakirina şaxan, lidarxistina kongreyê û kombûna li parlamanê nihêrî.
Di hilbijartinên herêmî de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dixwaze bajarvanîyên bajarên mezin yên wek Enqere û Stenbolê ji destê Partîya Gel ya Komarî (CHP) bistîne.
CHP dîyar dike ku ewê li Enqere, Stenbol û Îzmîrî jinûve bi ser keve û bi rêvebirîya nû ya bi seroktîya Ozgur Ozel hin serketinên din bi dest xe.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dîyar dike ku ewê li hemî bajar û bajarokên ku qayuman dest danîye ser bajarvanîyan jinûve bi ser keve.
DEM Partî wê jibo dîyarkirina berbijaran vê mehê pêşhilbijartinan li dar bixe.
Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokartîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê zanîn, ji alîgirên xwe yên li rojavayê Tirkîyê xwestibû ku dijî desthilatê piştgirî bidin berbijarên rikeberîyê.
DEM Partî di rojên borî de bi karbidestên CHP’ê re danûstandin kir, lê heta niha ti hevkarî nehatiye ragihandin.
Jêder: Gazete Duvar