Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjaya Bêkarîyê ya Sala 2021’ê li Tirkîyê Çi Bû?


A child worker in Istanbul
A child worker in Istanbul

Li gor pêzanînên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK) rêjeya bêkarîyê ya sala 2021’ê ji sedî 12 ye. TUÎK dîyar dike ku li gor sala 2020’an bêkarî 1,1 puan kêm bû.

Li gor heman pêzanînên TUÎK’ê hejmara bêkaran di sala 2021’ê de li gorî sala borî 121 hezar kes kêm bû û bû 3 mîlyon û 919 hezar kes.

Di heman demê de TUÎK dibêje ku rêjeya bêkarîyê jibo mêran ji sedî 10,7 û jibo jinan jî ji sedî 14,7 e.

Herwiha rêjeya bêkarîyê di nav ciwanên di navbera 15-24 salî de li gorî sala borî 2,3 puan kêm bû û di sala 2021’ê de bû ji sedî 22,6.

Dîsa di sala 2021’ê de 4 mîlyon û 948 hezar kes di sektora çandinîyê de, di sektora sanayîyê de 6 mîlyon û 143 hezar kes, di sektora avahîsazîyê de 1 mîlyon û 777 hezar kes, di warê xizmetê de jî 15 mîlyon û 928 hezar kesan kar kirine.

Li gorî sala 2020’an di sala 2021’ê de di sektora çandinîyê de 211 hezar, di sektora pîşesazî de 661 hezar, di sektora avahîsazîyê de 231 hezar û di sektora xizmetê de jî 998 hezar karker zêde bûne.

Li gor pêzanînên TUÎK’ê hêjayî gotinê ye ku bajarên ku herî zêde bêkarîyê lê heye bajarên Kurdan Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt e û rêje jî ji sedî 29,8 û bajarên ku rêjeya bêkarîyê ya herî kêm Kastamonu, Çankiri, Sînop jî ji sedî 5,8 e.

Lê li alîyekî din ve jî li beramberî vê yekê Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) jî destnîşan kir ku hejmara rastîn a bêkaran li gor berîya pandemîyê COVID-19 1,4 mîlyon kes zêde bû.

Herwiha di heman demê de DÎSK-AR ji pêzanînên TUÎK’ê cudatir dîyar dike ku rêjeya bêkarîya berfireh jî li Tİrkîye ji sedî 24,4.

Li ser vê mijarê Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Gel a Komarî (CHP) Velî Agbal jî li ser Twitter’ê bertek nîşanî pêzanînên TUÎK’ê da û wî dîyar kir hejmara bêkaran pir zêdetir e.

“Li Meletîyê ku herêma min e, jibo karê paqijîyê 70 kes dê bihata standin. Lê jibo vî karî 21 hezar û 300 kesan serlêdan kir. Kesen ku ciwan xistine vê rewşê ez şermezar dikim.”

MEB_3_24_22_Bekarî_TUÎK_DÎSK
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG