Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Bandora Korona Nizimtir Dibe


Taxa Kizilay li Enqerê
Taxa Kizilay li Enqerê

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê di 3’yê Nîsanê de ragihand ku di nav 8 mehên dawî de care yekê ye ku di meha Nîsanê de hejmarê bûyerên COVID-19 daketîye 10 hezaran.

Wezaretê dîyar kir ku li ser 211 hezar û 68 kesî de test hatine çêkirin, 38 kes jîyanên xwe ji dest dane û 9 hezar û 21 kes jî bi nexweşîya COVID-19 ketine û 10 hezar û 312 kes jî ji vê nexweşîyê rizgar bûne.

Li Tirkîyê mehek berê ango di 3 Adarê 2022’yan pêdivîya maskê bi awayekî resmî hatibû rakirin. Li gor pêzanînên fermî, piştî vê rakirinê di hejmarê mirîyên korona de zêdebûnek çênebûye, berevajî wê yekê kêmbûnek çêbûye.

Lê, tevî ku di hejmarê pêketîyên korona de kêmbûnek çêbe jî Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca pêşnîyar dike ku welatî li cîyên girtî maskê bi kar bînin.

Li Tirkîyê heta niha 147 mîlyon û 70 hezar û 173 vaksîn hatine çêkirin. Yên ku temenê wan li ser 18 salî ne û vaksîna pîva duyê kirine rêjeyê wan % 85.35, yên ku pîva yek kirine jî rêjeya wan % 93.10’î derbaz kiriye.

Di nav 81 bajarên Tirkîyê de 10 bajarên ku herî zêde vaksîna pîva du kirine ev in; Osmanîye, Ordu, Amasya, Muxla, Kirklarelî, Çanakkale, Eskîşehîr, Balikesîr, Manîsa û Zonguldak.

Lê vaksîna pîva du bajarê ku herî kêm kirine bajarên herêma Kurdan e, 10 bajar jî ev in; Ruha, Êlih, Sêrt, Amed, Çêwlîg, Muş, Mêrdîn, Bedlîs, Agirî û Elazîz.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêxistinên saxlemîyê hejmarê ku Wezareta Saxlemîyê dîyar dike rast nabînin. Li gorî daneyên Wezareta Saxlemîyê di nav du salan de ser 100 hazer kes jiber COVID-19 mirine.

Lê, Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) dîyar dikin ku nêzî 500 hezar mirov ji pandemîyê mirine.

ED_04_04_2022_COVID19_Tr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00
XS
SM
MD
LG