Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzîkbûna Qahîre û Enqerê Wê Bandoreke Çawa li Herêmê Bike?


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 10 salan ya girjîya navbera Misir û Tirkîyê roja Çarşemê serdana Qahîrê kir û bi hevtayê xwe yê Misirî Abdulfetah Sîsî hevdîtin pêk anî.

Çavdêr dîyar dikin ku bi vê serdanê re qonaxeke nû ya peywendîyên Qahîre û Enqereyê destpê dike.

Şîrovekarê sîyasî yê Misirî Muhsin Awadalla ji Dengê Amerîka re got ku navnîşan berçav ya serdana Erdogan jibo Misirê berjewendîyên aborî bû, ku doysa aborî mijara herî girîng e di têkilîyên Misir û Tirkîyê de.

“Di dirêjahîya salên girjîya sîyasî de, têkilîyên aborî pir bandor nebûn. Piştî vê serdanê jî hate ragihandin ku hevguhertina bazirganî dê bighêje 15 mîlyar dolar, herwiha 3 mîlyar dolar hilberînên Tirkî dê derbazî bazara Misirê bibin”.

Ji sala 2012an de tu hevdîtinên fermî di navbera serokên Misir û Tirkîyê de çênebûne, lê ji sala 2021an de hewlên nêzîkbûnê hebûn û di 2022an de Erdogan û El-Sîsî li Kupa Cîhanê de li Qeterê silav dabûn hev.

Lêkolerê Sîyasî yê Kurd Ahmed Şêxo ku li Qahîrê dimîne, hizir dike ku pêşhateyên jiber şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê derketine, bûne sedem di nêzîkbûna di navbera Misir û Tirkîyê de.

“Şerê li herêmê diqewme, herwiha rakêşana di navbera Amerîka û Îranê de, hişt ku dewletên herêmî jinû ve bên cem hev û têkilîyên xwe sererast bikin. Biryarên Misir û Tirkîyê di vê çarçoveyê de ne serbixwe ne, lê girêdayî sîyasetên navdewletî û bi taybetî NATO û Amerîka ne.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî tevgerên “Buhara Erebî” û jiber piştgirîya Tirkîyê ji rêxsitina Îxwan El-Muslîmîn re, herwiha destêwerdana wê li Lîbyayê û nakokîyên li rojhilata Deryaya Sipî, peywendîyên Misir û Tirkîyê aloz bûbûn.

Di vê derbarê de Awadalla dîyar kir ku di encama vê serdanê de, çaverê ye guhertin di dosyaya Lîbya û Îxwan El-Muslîmîn de çêbibin.

“Bandoreke her du welatan di şerê Lîbyayê de heye, çimkî alîgirên her duyan li ser erdê hene, loma nêzîkbûna Qahîre û Enqereyê pêkan e rê li ber çareserîya sîyasî li Lîbyayê veke”.

Awadalla herwiha bibîr xist ku guhertin di helwesta Tirkî ji Îxwan El-Muslîmîn de de çêbpye ku hin rêberên wan ji Tirkîyê derketine, “Rejîma Erdogan êdî dizane ku rêxistinên îslama sîyasî nekêrhatî ne. Çiqas demkî be jî, lê di bawerîya min de Tirkîyê dosya Îxwanan pêçaye”.

Derbara cîhê dosya Sûrî di hevdîtina Erdogan û El-Sîsî de, Şêxo balê dikşîne ku her çiqas nêrînên Misir û Tirkîyê ji krîza Sûrî ji hev cuda ne, lê ev dosya nebûye rojeva danûstandina her du alîyan di vê serdana dawî de.

Şêxo dibêje ku helwesteke welatên Ereb cuda ji nêzîkatîya navdewletî li Sûrîyê tuneye, ku girêdayî sîyaseta Amerîka ne li herêmê û Sûrîyê û di nav de li hember Kurdan.

“Amerîka çawa li Kurdan binêre welatan Ereb jî wisa di asteke nizimtir de dikin, bandora wan kêm e. Ez pêşbîn dikim ku piştî vê serdana Erdogan ya dawî ji Misirê re, Ereb li hember dagirkerî û destêwerdana Tirkîyê dê hîn bêdeng bin”.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkîyê di du salên çûyî de hewl dide peywendîyên xwe li gel welatên Ereb yên kendavê jî baş bike, bi taybetî Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî, ku nêzîkbûna Enqere ji Qahîrê di çarçoveya vê pêvajoyê de tê dîtin.

NR_02_16_2024_Misir_Tirkiye
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00
XS
SM
MD
LG