Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Dibêje Hilbijartinên Wê bi Awayekî Ewle Çêbin


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç got ku hemî hilbijartinên li welêt bi awayekî ewle çêbin.

Tunç dîyar kir ku divê ti kes ser ewlekarîya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê nekeve gumanan.

‘’Li dinê belkî welatekî din yên hilbijartinan ewqas bi awayekî ewle çêdike, tuneye. Jiber vê yekê hilbijartinên Tirkîyê jibo cîhanê wek mînak in.’’

Wî got ku di hemî hilbijartinan de hem hêzên ewlekarîyê hem jî Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) tedbîrên berfireh distînin.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dide zanîn ku jibo 33 navendên hilbijartinê 54,060 hilbijêrên leşker, polîs û sîvîl hatine veguhestin.

DEM Partî jibo pêdeçûnê li bajarokan serî li komîsyonên hilbijartinan da, lê bi tenê jibo 222 hilbijêran pêdeçûn hatin pejirandin.

Jiber redkirina daxwazên din yên pêdeçûnê, DEM Partî jibo pirtir ji 53,000 hilbijêran serî li YSK’ê da.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG