Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Cara Yekê Esmangerek Şand Fezayê


Astronotê yekê yê Tirkîyê Alper Gezeravci û sê kesên din yên ji Ewrupa roja Pêncşemê li Teksasê, bi kapsulekê, bi girêdana ser Rokata Falcon 9 ber bi îstasyona navneteweyî fezayî hatin şandin.

Li kapsula bi navê Crew Dragonê, kesên ji Îtalya, Îspanya û Amerîka meriv hene.

Rêwîtîya Crew Dragon ji alîyê kompanîyên SpaceX ku xwedîyê kapsula Crew Dragon e û Axiom Space wek peywireke bazirganî hat li dar xistin.

Kapsula Dragonê ya bi 4 çar astronotan, bi dema Washingtonê piştî nîvro di seat 4:49’an de li Navenda Fezayê ya Kennedy ya NASA’yê li Cape Canaveral ya Teksasê dest bi firîna 36 saetan kir.

Firîna Crew Dragon ku bi xweserî tê xebitandin, ji alîyê Axiom û SpaceX ve bi rengekî zindî hat weşandin.

Kamerayên li hindurê kapsulê jî weşand ku dîmenên çar astronotên ku bi kursîyên ku bi zextê ve hatine girêdan, di nava kincên fezayî de bi aramî rûniştibûn.

Li ber e ku tîma Dragon roja Şemîyê serê sibê bigêhêje Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) û xwe bi xala ku nêzî 400 km li jorê Erdê ye ve girê bide.

Li ISS niha heft astronot hene ku li wir xebatên fezayî rêve dibin.

Kompanîya Axiom ya Amerîkî ev firîn wek Axiom-3 bi nav kiriye, jiber ku kompanîyê di du salên borî de, cara sêyê ye ku firîna bi vî rengî li dar dixe.

Axiom di van firînan de astronotên ku ji hêla hukûmetên biyanî û kompanîyên taybet ve têne piştgirî kirin, li fezayê bi cîh dike.

Li gor ragihandina Axiom’ê wê çar astronotên Axiom-3 bo 14 rojan li îstasyona fezayê ISS bimînin û zêdetirî 30 testên zanistî pêk bînin, ku gelek ji wan di derbarên bandorên firînên fezayî yên ser saxlemî û nexweşîya mirovan in.

Di warê sembolîk de, ev firîn bo prestîja cîhanî, hêza leşkerî û ragihandina ser bingeha satelîtê, zêdebûna jimara welatan nîşan didin.

Kompanî ji kiryarên xwe jibo her yek astronotî herî kêm 55 mîlyon dolar werdigire.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG