Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Dîplomatîk ya Navbera Îran û Tirkîyê Kûrtir Dibe


Araqçî û Fîdan li Enqerê (2/12/2024)
Araqçî û Fîdan li Enqerê (2/12/2024)

Wezaretên derve yên Îran û Tirkîyê jiber alozîya dîplomatîk gazî li nûnerên hevdu kirin, piştî hişyarîya Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ji Tehranê re ku aramîya Sûrîyê têk dibe.

Fîdan hefteya borî di hevpeyvînek bi Al Jazeera ya Qatarî re gotibû ku sîyaseta derve ya Îranê ku xwe dispêre milîsan metirsîdar e û divê ew sîyaset biguhere.

“Ger hun hewil bidin ku li welatekî sêyan bibe sedema dilgiranîyê, welatên din jî bi piştgirîya komên li welatê we dikarin we aciz bikin,” Fîdan gotibû.

Televîzyona fermî ya Îranê îro Sêşemê ragihand ku Wezareta Derve ya li ser gotinên Fîdan gazî li balyozê Tirkîyê kirîye.

Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyanîyekê ragihand ku roja Duşemê di navbera balyoz Hicabi Kirlangiç û Rêvebirê Giştî yê Deryaya Navîn û Rojhilatê Ewrupa ya Wezareta Derve ya Îranê, Mehmûd Heyderî de hevdîtinek pêk hatîye.

“Berjewendîyên hevpar yên her du welatan û hesasîyeta mercên herêmê hewce dike ku xwe ji şîroveyên şaş û analîzên ne rast dûr bixin ku di peywendîyên me yên dualî de dibin sedema pirgirêrêk û alozîyan,” Heyderî got.

Rojek piştî vê pêngava Îranê, Tirkîyê jî wek acizbûn, gazî li dîplomatekî Îranê yê li Enqerê kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Tirkîyê Oncu Kecelî got ku karbidestên Îranî di dema dawî de li pêş bîragiştî pirtir rexneyan li Tirkîyê dikin.

"Divê di her rewşê de mijarên sîyaseta derve wek amûreke sîyaseta navxweyî neyê xebitandin. Di vê çarçoveyê de me birtar da ku rasterast peyamên rexneyî bidin welatekî din,” Kecelî got.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê do Duşemê gotibû ku Tehran û Enqere li ser hin mijaran li hev nakin û rexne li Enqerê kiribû ku çima zêdetir li ser sîyaseta rejîma sîyonîst anku Îsraîlê li Sûrîyê û herêmê nafikirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG