Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peywendîyên Tirkîye û Îranê di Çi Rewşê de Ne?


Di destpêka sala 2024’an de pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, bi taybet jî peqînên Lubnan û Îranê, germahîyeke nû anîye herêmê.

Biryar bû îro Pêncşemê Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Enqerê kiriba û ligel Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kom biba. Lê, Reîsî jiber teqînên roja Çarşemê li Îranê ew serdan betal kir.

Serokomarê Tirkîyê Erdogan li ser van teqînan bi telefonê ligel Reîsî axivî. Erdogan ji Reîsî re pêşnîyar kir ku bihev re li hember terorê têkoşînê bikin.

Gelo di vê qonaxê de têkilîyên Tirkîye û Îranê ber bi ku ve diçin?

Profesor Atay Akdevelîoglu yê ji Beşa Têkilîyên Navnetewî li Zanîngeha Enqerê, dibêje ku di navbera Tirkîyê û Îranê de di gelek waran de cûdabîrî hene.

“Berjewendîyên Tirkîyê û Îranê li heremê nakok in. Gava yek qezenc bike, wateya wê li gor yê din windakirin e. Temaşe bikin, li Sûrîyê hêzên ewlekarî yên Îranê û Tirkîyê şer kirin, êrîşî hevdu kirin û hev kuştin.”

Akdevelîoglu dibêje ku Îran ne tenê li Sûrîyê, lê li Qafqasyayê jî wek Tirkîyê nafikire.

“Di navbera Tirkîyê û Îranê de hevbîrîyek tuneye. Her du alî di polîtîkayên Qafqasyayê, alîkarîdayîna Gaza û têkoşîna li hemberî PKK’ê de ji hevdu cûda difikirin.”

Serdana Reîsî ya Tirkîyê, heke bihata kirin, wê di çarçoveya şerê Îsraîl û Hamasê, di sînorên Îran û Îraqê de cîhbûna Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), têkilîyên Tirkîyê û Îranê di warê aborî, ewlekarî û stratejîk de çêbûya.

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Alî Fuat Gokçe ji Dengê Amerîka re da zanîn ku di navbera her du welatan de di gelek xalên beş jî hene.

Gokçek dibêje ku şerê Îsraîl û Hamasê li tevahîya Rojhilata Navîn bandoreke mezin vedaye. Tirkîye û Îran jî dixwazin ku di vî warî de stratejîyeke hevpar pêk bînin.

“Di navbera her du dewletan de rojeva herî girîng teror e. Li herêma me di nav sînorên Îran û Îraqê hebûna PKK jibo Tirkîyê xeterî ye. Tirkîyê dixwaze ku vê yekê bi Îranê re gotûbêj bike. Ji bilî vê jî, şerê Îsraîl û Filîstînê hemû herêmê dixe bin bandora xwe. Ev yek Tirkîyê û Îranê jî ji nêzve eleqeder dike. Tirkîye û Îran dixwazin van li ser maseyê gotûbêj bikin.”

Li gor Gokçek, di warê dijî terorê de Tirkîye dixwaze ku bi Îranê re yekdengîyekê pêk bîne.

“Tirkîye û Îran em dibînin ku di warê têkoşîna dijî terorê de hevbîr in. Lê, Tirkîye dixwaze ku bi Îranê re di her warî de, bi taybet jî di warê aborîyê de têkilîyên xwe xurt bike. Lê pirsgirêka Îsraîl û Filîstînê dikarim bêjim ku jibo her du dewletan jî pirsgirêka serekî ye.”

Hevdîtina Erdogan û Reîsî di demeke din de dê pêk were. Cara herî dawî ku di navbera Erdogan û Reîsî de civîn pêk hatibû 9 Mijdarê 2023’an li Ozbekistanê bû.

ED_04_01_2024_Tirkiye_Îran_Têkilî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00
XS
SM
MD
LG