Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê Ber bi Ku ve Diçin?


Piştî biryara Tirkîyê ya rawestandina bazirganiya bi Îrsaîlê re, hat ragiandin ku rêvebirîya Tel Avîvê jî wek bersîveke jibo Enqerê nexşeyeke rê dîyar kiriye.

Li gor çapemenîya Îsraîlê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz bi karbidestên bilind yên hikûmetê re li hev kir ku li dijî Tirkîyê hin gavên hevbeş bavêjin.

Pisporê Rojhilata Navîn û Kordînatorê Xebatên Levant yê ORSAM’ê Oytum Orhan, alozîya Tirkîyê û Îsraîlê ji Dengê Amerîka re nirxand. Orhan radigîhîne ku eger ev rageşî zêde pêşkevin pêkan e ku têkilîyên dîplomatîk jî qut bibin.

Orhan dibêje, “Ev peywendî dikare hêdî hêdî têk biç, ango gotarên pir rexnegir hene. Ev jî li ser aborîya her du alîyan xwe dîyar dike, lê eger krîz kûrtir bibe û bi taybetî jî opersayona Refahê dikare encamên sîyasî çêke. Disa ev cezayên aborîyê pêkan e ku peywendîyên dîplomatîk jî têk bibe.”

Piştî ku Îsraîl’ê rê jiber alîkariya hewayî ya Tirkîyê ya jibo Gazayê girt, Tîrkîyê jî di hinartina 54 komên berheman de; şewita balefirên jet, rûnê motorê, melzemeyên kîmyayî, çîmento, hesin û pola, kevirên avasazî û dîwaran û her wekî din biryara sînordarkirinê girtibû.

Piştî biryara Enqerê, Wezîrê Deve yê Îsraîlê Katz, li ser hesabê xwe yê X wiha nivîsîbû, “Dîktarorek bi vî rengî tevdigere, berjewendiya gel û karsazên Tirk nahesibîne û guh nade peymanên bazirganiya navnetewî.”

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Atay Akdevelîoglu ji ji Dengê Amerîka re ragihand ku ev bûyerên dawî wê di nav têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê de xisarên kur vedin.

Akdevelîoglu got, “Ev biryar li gor min wê di demeke dirêj de zirarê bide peywendîyên her du welatan. Lê bivê nevê dê li Gazê şer dawî bibe. Dema ku şer ji rojevê derkeve, her du welat dê pêvajoya narmalkininê bidin destpêkirin û dê car bazirganî dest pê bike.”

Têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê demeke dirêje ku geh dadikevin geh radibin, Akdevelîoglu vê rewşê jî bi têkilîyên Tirkîyê û Amerîka re girê dide.

Akdevelîoglu dibêje, “Em van alozîyên navbera Tirkîyê û Îsraîlê nikarin tenê bi Enqere û Tel Avîv re girêdin. Amerîka jî cîhekî roleke mezin digire. Hê têkilîyên Enqerê û Washington jî ne di asteke baş de ne. Divê em bizanibin ku di vê derê de yê ku rewşê dîyar dike Amerîka ye.”

ED_05_06_2024_Tr_Isr_Relations
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG