Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Tirkîyê yê li Îsraîlê Nameya Bawerîyê Pêşkeşî Erdogan Kir


Turkey Israel
Turkey Israel

Balyozê Tirkîyê yê li Îsraîlê Şakîr Ozkan Torunlar nameya bawerîyê îro Çarşemê pêşkeşî serokomarê welêt Isaac Herzog kir.

Ev kiryar piştî girjîya salan ya di navbera her du dewletan de gava herî dawî ye.

Peywendîyên her du dewletan di sala 2010’an de piştî Îsraîlê bi awayekî kujer bi ser gemîya Mavî Marmara ya Tirk de girtibû rawestîbûn.

Herzog piştî merasîmê dîyar kir ku ew bo dostanîya Îsraîl û Tirkîyê xurt bibe gaveke girîng diavêjin.

Danûstandinên her du dewletan di sala 2008’an de piştî Îsraîlê operasyona leşkerî biribû ser Gazayê xerab bûbûn û di sala 2010’an de bi kuştina 10 sîvîlên li gemîyê daketin aste herî xerab.

Di sala 2016’an de her du dewletan demeke kin li hev kirin, lê dîsa ser bûyerên li Gaza, Tirkîyê balyozê xwe vekişand û ya Îsraîlê jî dersînor kir.

Herzog Adara borî serdana Tirkîyê kir û piştî danûstandina çend mehan, her du dewletan di Tebaxê de ragihandin peywendî jinûve hatine geş kirin û balyoz jî vegerîne şûna xwe.

Serokomarê Îsraîlê Herzog bang li hemtayê xwe yê Recep Tayyîp Erdogan kir ku serdana welêt bike û got ku peywendî êdî di asteke bilind e baş in.

Meha borî Balyoza Îsraîlê ya li Tirkîyê Irit Lillian bawernameya xwe pêşkeşî Erdogan kiribû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG