Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Sîyasî li Tirkîyê Hilbijartinên Bajarvanîyê Dikin Rojeva Xwe ya Serekî


Hilbijartinên bajarvanîyê yên Adara 2024’an di rojeva desthilata sîyasî û di ya opozîsyona Tirkîyê de cîhekî girîng digire.

Pisporên sîyasî radigîhînin ku jibo hilbijartinan kêm dem maye û ger ji niha ve dest bi amadekarîya hilbijartinan neyê kirin, dibe ku hilbijrarin di demê de çênebin.

Serokê Kompanya Lêkolînê ya Optîmar Hîlmî Daşdemîr, Akedemîsyen Mazhar Bagli û Serokê Kompanya Lêkolînê ya Avrasyayê Kemal Ozkîraz ji Dengê Amerîkayê re hilbijartinên bajarvanîyê yên 2024’an nîrxandin.

Her sê jî radigîhînin ku partîyên ku di nav îtifaqa desthilatîyê de ne û partîyên ku di alîyê opozîsyonê de ne, her yek bi lez û bez û bi xurtî amadekarîya hilbijartinan dikin.

Di meha borî de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo ku bi rêveberîya nû biçe hilbijartinan biryara kongreya awaret girtibû û di 7’ê Cotmeha 2023’yan de jî wê kongrê li dar dixîe.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî wê di 26 Îlonê de cîvîna Meclîsa Partîyê (PM) de biryara kongreyê bigire. Lê, Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ya CHP’ê dîyar kir ku wê kongrê dibe ku di 4-5 Mijdarê de çêbe.

Partîya Çep ya Kesk (YSP) jî hewil dide ku di navend meha Cotmehê de kongreya mezin pêk bîne. Di konferansa navendî ya YSP’ê de stratejîya hilbijartinên bajarvanîyê bi hûrgilî hatibû nirxandin.

Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener jî roja Çarşemê ragihand ku ewê di vê hilbijartinê de bi tena serê xwe beşdar bibin. Akşener, namzedê xwe yê Îzmîrê jî dîyar kir.

Partîyên din jî her yek li gor plan û stratejîyên xwe li ser hilbijartinên bajarvanîyê gotûbêjên xwe didomînin.

Di hilbijartina 2019’an de, bi hevkarîya tevahîya partîyên opozîsyonê, CHP’ê 3 bajarê mezin; Stenbol, Enqere û Antalya ji AKP’ê, 2 bajarê mezin; Edene û Mêrsîn jî ji MHP’ê wergirtibûn.

Hîlmî Daşdemîr radigîhîne ku di nav opozîsyonê de belavbûnek heye û dibe ku AKPhin bajaran ji destê CHP’ê bistîne.

“AK Partî di warê derûnî de li gor partîyên opozîsyonê serketî ye. Bajarên ku ji destê wê derketine, dibe ku di vê hilbijartinê de paşve vegerin. Wek nimûne jibo Enqerê nave Şaredarê Mamakê Murat Kose, Cîgirê Serokomar yê berê Fuat Oktay, Serokê Şaredarîya Altindagê yê berê Veysel Tîryakî, Serokê Bajarê Enqerê yê AK Partîyê Hakan Ozcan û navê Turgut Altinok derbaz dibin. AK Partî dixwaze ku bi navekî ku bikaribe qezenc bike wê derkeve pêş.”

CHP jî jibo Enqerê car din navê Mansur Yavaş derbaz dibe. Jibo Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî dibe ku careke din bibe namzed. Lê CHP’ê heta niha jî biryareke zelal dîyar nekirîye.

Partîya Baş ragihandibû ku ewê di vê hilbijartinê de bi tena serê xwe beşdar bibe. Lê namzedê partîya baş xeynî Îzmîrê hê li cîyekî din dîyar nebûye.

Kemal Ozkîraz radigîhîne ku heke CHP Yavaş li Enqerê careke din bike namzed, şansa desthilatîyê li hemberî wî tuneye.

“Gelê Enqerê ji Yavaş gelek memnûn e, lê li vê derê pirsgirêk ew e ku gerPartîya Baş bi tena serê xwe têkeve hilbijartin, hingê ji dengê CHP kêmbûne çêbe. Em jibo bajarên din jî dikarin vê bêjin. Lê, li Enqerê hilbijêrên Partîya Baş jî wê piştgirî bidin Yavaş.”

Erdogan di rojên borî de ragihadibû ku ewê li 81 bajaran û bajarokan hepeymanîyeke berfireh bikin.

Parlamanterê AKP’ê yê Ruha yê berê Prof. Dr. Mazhar Bagli jî dibêje ku di hilbjartinên bajarvanîyê di rêza pêşîn ya hemû partîyan e.

“Di nav AK Partîyê de jî di nav partîyên din de jî hîn tiştekî zelal tuneye. Li vê derê armanca hemû partîyan ew e ku kîjan namzed dîyar bikin û bikaribin gaveke pêşve derkevin. Hemû stratejî li ser wê ye.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Tirkîyê her 5 salan careke hilbijartinên rêvebirîyên herêmî pêk tên û hilbijartina dawî dawî di 31’ê Adara 2019’an de hatibû çêkirin.

ED_21_09_2023_Hilbjartinen_Heremi
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:44 0:00

XS
SM
MD
LG