Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijberîya Pênaberan di Hilbijartina Tirkîyê de Çima Cîhekî Serekî Digire?


Firoşhegên Sûrî li Stenbolê
Firoşhegên Sûrî li Stenbolê

Gera duyê ya hilbijartina serokomarîya Tirkîyê ji alîyê opozîsyonê ve pirtir li ser şandina pênaberan tê meşandin.

Civakzan Mete Kaan Kaynar helwesta wek helwesteke populîst dibîne.

“Ger Erdogan here û Kiliçdaroglu were, ki dibe bila bibe ferq nake. Divê şandina pênaberan li gor rêbazên lihevkirina Yektîya Ewrupa be.”

Serokê Giştî yê CHP û namzedê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu li ser 7 xalan bi Serokê Gîştî yê Partîya Zafer, Umît Ozdag re peymanek îmza kir.

Di vê peymanê de xala herî girîng şandina pirtir jî 3 mîlyon pênaberên Sûrî cî digire.

Ozdag û partîya wî bi polîtîkaya xwe li ser şandina pênaberan ava kiriye û di hilbijartinê de % 2,23 deng girtîye û ana jî piştgirîya Kiliçdaroglu dike.

Kiliçdaroglu di axaftinê xwe yê herî dawî de li ser şandina pênaberan got ku ewê welêt ji terorê û pênaberan xilas bikin.

“Ev hilbijartin êdî referandumek e. Em bang li ciwanan û 8 mîlyon welatîyên ku nehatin ser sandiqê dikin ku werin dengê xwe bidin,” Kiliçdaroglu got.

Pisporên sîyasî jî vê yekê polîtîkayên dijî mirovahîyê nîşan didin û sedama vî jî bi zêdekirina dengan ve girê didin.

Kaynar bawer dike ku ew sozên ser şandina pênaberan ne pêkan e ku di demeke kurt de bi cîh werin û dive Tirkîye bi plansazîyeke demdirêjî vê pirsgirêkê çareser bike.

Pênaberên ku li Tirkîyê dijîn jî ji van daxuyanîyên tund bi fikar in.

Mehmet Alvavî, ev 10 sal in li Tirkîyê ye dijî û peyamên dawî jibo pênaberan wek xeterîyeke mezin dibîne.

“Em jibo gereke turîstîk nehatin vê derê. Welatê me hate wêran kirin loma ji me re rêyeke din nema û em hatin vê derê. Li welatê me di hêleke de DAIŞ, di hêleke de hêzên rejîma Sûrî û di hêla din de jî PKK heye. Sûrîye niha gelek aloz e. Em dixwazin herin ware xwe, lê bi vî şawayî niha ne pêkan e.”

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê 3 mîlyon û 381 hezar û 429 pênaberên Sûrî li Tirkîyê dijîn û di demên dawî de jî ser 500 hezarî pênaber paşve hatine şandin.

XS
SM
MD
LG