Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Îdiaya Peywendîyên ligel Îsraîlê 33 Berguman Desteser Kirin


Turkey Israel
Turkey Israel

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya îro Sêşemê ragihand ku polîsên Tirk 33 kesên gumanbar desteser kirin ku jibo îstixbarata Îsraîlê dixebitin û bîyanîyan dikirin armanc.

Karbidestên Tirk meha borî gotibû ku ger Îsraîl hewil bide endamên Hamasê yên li Tirkîyê bigire ewê bi encamên cidî re rûbirû bimîne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hişyarî dabû ku ewê kiryareke wisa şaş be.

Tirkîye, berovajî piranîya hevbendên Rojavayî û dewletên Ereb, Hamasê wek rêxistineke terorê nabîne.

Yerlîkaya dîyar kir ku polîsan ser gumanan li 8 bajaran li 57 cihan operasyon li dar xistine.

Ajansa Anadolu ya dewletê dide zanîn ku polîs hîn li 13 kesên din jî digere.

Karbidestên Îsraîlê pirsên derbarê desteserkirina nebersîvandin.

Tirkîye, Îsraîlê jiber operasyonên li Gaza bi tundî rexne dike.

Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hefteya borî gotinên xwe yên dijî hevdu girantir kirin.

Yerlîkaya dîyar kir ku di operasyonan de 150,000 euro (165,105 dolar) û çek û materyalên dîjîtal hatine dîtin.

XS
SM
MD
LG