Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Wê Serlêdana Swêd û Fînlandîya ya NATO’yê Red Bike


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro dîyar kir ku wan karbidestên NATO’yê agahdar kiriye ku wê endamtîya Swêd û Fînlandiya ya hevalbendîya leşkerî red bikin.

Erdogan di axaftineke bi komeke ciwanên Tirk re her du welat - bi taybet jî Swêd – wek navenda terorê bi nav kir.

Wî vîdyoya axaftina xwe ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir.

Fînlandiya û Swêd do Çarşemê bi awayekî fermî serlêdana endamtîya NATO kirin ku jiber hairdora ewlehîya nû ku piştî dagirkirina Rûsya ya Ukrayna derketiye hole.

"Emê sîyaseta xwe ya bi vî rengî bi biryardarî bidomînin. Me ji hevalbendan re got ku emê ji endamtîya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê re bibêjin na."

Serokê Tirk her wiha anî ziman ku Swêd û Fînlandîya "terorîstan" diparêzin û fînanse dikin û herwiha çekan didin wan.

Enqere tawanbarîya xwe hemberî du welatan dubare dike ku ew piştgirîya komên ku ew wek terorîst dibînin.

"NATO hevalbendîyeke ewlehîyê ye û em qebûl nakin ku terorîst di nav de bin," Erdogan got.

XS
SM
MD
LG