Wezîrê Enerjîyê yê Tirkîyê Alparslan Bayraktar ragihand ku xeta derfirotina petrola Îraqê ya ji ser Tirkîyê wê di demeke nêz de jinûve dest bi kar bike.
Bayraktar dîyar kir ku xeta petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê jiber erdheja 6’ê Sibatê û piştre jî jiber lehîyê zarar ditîbû, lê nûvekirina xetê temam bûye û di demeke nêz de wê di warê teknîkî de bo karkirinê amade be.
Lê, wezirê Tirk di derbarê bo jinûve karkirina xeta petrolê rojekî zelal eşkere nekir.
Tirkîyê di 25’ê Adarê de xeta xwe ya petrolê bo derfirotina petrol Herama Kurdistana Îraqê rawestand, piştî ku Dadgeha Bazirganî ya Navnetewî (ICC) ya li Swîsre, bi biryarekê ji Enqerê ev yek xwestibû.
ICC di biryarê de gotibû ku Enqerê bi peydakirina derfirotina petrol ya bê destûr ya ji alîyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, di navbera 2014 û 2018an de zarar daye Bexdayê.
Tirkîyê herwiha jiber biryara ICC niha 950 mîlyon dolar deyndarê Îraqê ye.
Dadgeha Navbeynkarîyê ya Parîsê piştî serlêdana Îraqê di Adara 2023’an de 1.5 milyar dolar ceza dabû Tirkîyê, lê Enqerê ew ceza heya niha nedaye Bexdayê.
Îraqê di Nîsanê de li dadgeha federal ya Amerîka dozek dijî Tirkîyê vekiribû ku biryara cezayê dayîna bi 1.5 mîlyar dolarî bi cih bîne.
Wezîr Bayraktar da zanîn ku Tirkîyê jî wê bo "betalkirina dozê" serî li bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî ya Parîsê bide.
"Wek du welatên cîran divê em çareserîyeke dostane bibînin. Lê di warê qanûnî ve divê em li berjewendiyên xwe xwedî derkevin. Bi îhtîmaleke mezin di siberojê de dibe ku em bi dozeke din re jî rûbirû bimînin," Bayraktar got.
Wî bal kişand ku gotûbêjên di vê mijarê de yên bi Îraqê re berdewam dikin.
Enqere ji Bexdayê dixwaze ku doza duyê ku li ser ji 2018’an û vir ve ye, vekişîne û ser kêmkirina cezayê gotûbêjan bike.
Tirkîye hevdem dixwaze ku Hewlêr û Bexda li ser helwesteke hevbeş li hev bikin û ser berdewamîya peymana xeta petrolê ku di 2026’an de bi dawî dibe, gotûbêjan bikin.
Li gor hejmareke jêderan wê jinûve herikîna petrolê berîya meha Cotmehê destpê neke, dema ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 mîlyar dolar ji derfirotina xwe hinda kiriye.
Jêder: Reuters