Serokên şeş partîyên opozîsyona Tirkîyê bo cara duyê li Enqerê civîn ku mijarên girîng gotûbêj bikin.
Civîn, bi mazûvanîya Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan li navenda wê partîyê pêk hat û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdoroglu, Seroka Partîya Baş Meral Akşener, Serokê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu, Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partîya Demokrat Gultekîn Uysal hatin ba hev.
Di daxuyanîya piştî civînê de hate gotin ku ew şaş partî bi biryar in ku Tirkîyê ji van rojên reş derxînin ronahîyê.
Di daxuyanîyê de hate ragihandin ku, ew li ser pirsgirêkên navxweyî yê Tirkîyê û qewimandinên dawî yên ser Ukraynayê sekinîne.
“Aborîya Tirkîyê di nav krîzeke mezin de ye. Îro em li ser vê krîzê rawestîyan. Jiber Sîstema Hikûmêtê ya Serokomarîyê bi tevahî ji zanistê dûr e û ev yek jî aborîya Tirkîyê di her warî de xirab kiriye. Jiber vê ji hêlekî de bêkarî destpê kiriye, di hêla din de jî xizanî zêde bûye û aborî tevahî şikestîye. Bila gelê me piştrast be emê van hemû pirsgirêkan çareser bikin.”
Di rojeva civîna opozîsyonê de mijereke girîng jî êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê bûn:
“Em li ser şera Rûsya û Ukraynayê jî rawestîyan. Federasyona Rûsyayê ku hiqûqa navnetewî binpê kirîye û êrîş birîye ser yekîtîya axa Ukraynayê û niha hemû herêm xistîye bin bêîstikrarîyê. Ew jî ji me re tiştek nîşan da ku divê Tirkîye sîyaseta xwe ya derve jinûve saz bike. Em li vê derê bangî hemwelatîyên xwe dikin; bila baş bizanibin ku emê Tirkîyê ji vê tarîtîyê derxînin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku di navbera şeş partîyan de civîna yekê di 12'ê Şibatê de çêbûbû û wan di 28'ê Şibatê de Deklerasyona Sîstema Parlementerîzma Bihêzkirî eşkere kiribû.
Bingeha Îtifaqa Milet 4 sal berê hatbû avêtin. Îtifaqa Milet di sala 2018’an de cara yekê hatibû damezirandin û tê de CHP, Partîya Baş, Partîya Saadetê û Partîya Demokrat cîh girtibûn. Lê, niha du partîyên din; Partîya Dahatû û Partîya DEVA’yê jî di nav îtifaqê de cî digirin.
Li Tirkîyê ji alîyê desthilatîyê ve ev Îtifaqa Milet wek şeş partîyên ku naşibin hev tê dîtin. Desthilata AKP'ê dîyar dike ku ger dijberîya Recep Tayyîp Erdogan nebûya, ne pêkan bû ku ev şeş partî bihatana ba hev.