Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hilbijartinan Rewşa Aborîya Tirkîyê Wê Çawa Be


Turkey Economy
Turkey Economy

Wezîrê Malîyê û Xezînê yê Tirkîyê Mehmet Şîmşek çend roj berê ragihand ku ewê ji Bernameya Serdema Navên paşta venegerin û di vê alî de jî bibiryar in.

Li gor pisporên aborîyê, ev yek dîyar dike ku di demeke kin de rewşa aborîya Tirkîyê wê başt nebe. Jiber vê jî piştî hilbijartinên 31 Adarê tê dîyarkirin ku enflasyon wê danekeve û bihayên her tiştî zêdebe.

Li gor rêxistin û sendîkayên karker û karmenda jî tê ragihandin ku jiber vê rewşa heyî wê di nav sala 2024’an de rêjeya bêşixulîyan zêdebe û piştî hilbijartinê jî dê rewşa aborîyê Tirkîyê bêtir xirab bibe.

Li gor daneyên Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê (TUÎK), Tirkîye di sala 2023’yan de di warê aborîyê de ji sedî 4,5 mezin bûye.

Lê aborîzan li gor vê rêjeya mezinbûnê didin dîyarkirin ku di sala 2024’an de mezinbûna aborîya Tirkîyê jî wê dakeve jêr.

Li ser van geşedanan aborîzan Remzî Ozdemîr rewşa aborîya Tirkîyê ji Dengê Amerîka re nirxand.

Ozdemîr dide zanîn ku Tirkîye di gelek waran de dereng maye û bilindkirina faîzê jî pirsgirêka Tirkîyê çereser nekirîye.

“Li hemû dinyayê dema faîz hate bilindkirin li Tirkîyê di cîyê xwe de ma. Ew dem Tirkîyê dijî vê hereket kir. Di van demên dawî de faîz hate bilindkirin lê bandora wî li ser ti kesî xwe nîşan neda. Di gotinên Serokomar de jî dîyar dibe ku piştî hilbijartinê di polîtîkayên şidandina peran de merheleke nû dê were detpêkirin.”

Li gor Ozdemîr, di sala 2024’an de hêleke de enflasyon di hêla din de jî di warê bêşixulîyê de zêdebûn wê bibe. Ozdemîr vê salê jibo Tirkîyê wek saleke betalîyê binav dike.

Aborîzan Mustafa Sonmez jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku hilbijartinên bajarvanîyê dê rengê aborîya dîyar bike. Sonmez li ser desthilatîya Tirkîyê jî rexnên xwe wiha anî ziman:

“Rewşa hilbijartinên şaredarîyê wê rewşa aborîya Tirkîyê jî nîşan bide. Heke desthilati di hilbijartinan de daxwazên xwe bidest bixe gel wê rastî reçeteyên tuj werin. Ku Mehmet Şîmşek gotibû, piştî hilbijartinê emê sîyaseteke sînorkiri têxin merîyetê. Heke di hilbijartinan de rewşeke din derkeve holê dibe ku her tişt bigore.”

Wezîrê Malîyê û Xezînê yê Tirkîyê Mehmet Şîmşek jî di daxûyanîyeke xwe de ragihandibû ku aborîya Tirkîyê piştî hilbijartinê wê rast nebe, jiber vê jî di demeke navendî de jibo daxistina enflesyonê di şidandina peran de sîyaseteke sînordarkiri wê têxin pratîkê.

ED_03_08_2024_Turkey_Economy_Election
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG