Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje li Herêmên Erdhejê Pêvajoya Avakirina 12 Hezar Xanîyan Destpê Kir


Turkey Syria Earthquake Antakya
Turkey Syria Earthquake Antakya

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Îqlimê yê Tirkîyê Murat Kurum îro ragihand ku wan li herêmên erdhejê li ser 1 mîlyon û 622 avahî vekolîn kirine û biryara hilweşandina 212 hear ji wan bînayên xesardîti dane.

Kurum da zanîn ku wan ji 21ê Şubatê vir ve dest bi avakirina xanîyan ki. “Me dest bi peyvajoya avakirina 12,781 xanîyan kir. Li Entabê 377, li Semsûr 1161, li Kîlîs 645, li Edene 590, li Hatay 1185, li Mereş 3,826, li Ruha 897, li Meletî 948 û li Osmanîye 152 xanî wê ava bin.”

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê ragihand ku di erdhejên 6’ê Sibatê û yên dûhatî de heta niha 45,089 mirine.

AFAD da zanîn ku heta niha 528,146 kes ji bajarên Mereş, Entab, Ruha, Amed, Edene, Semsûr, Osmanîye, Hatay, Kîlîs, Meletî û Elezîzê hatine derxistin û ji bajarên din e hatine veguhastin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG