Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anketên Dawî Dibêjin Piştî Erdhejan Nêrîna Hilbijêran li Tirkîyê Guherîye


Navenda Lêkolîn û Ramanê ya Spectrum House’ê, ku navenda wî li Stenbolê ye, li ser hilbijartinên 14 Gulanê yên Tirkîyê lêkolîneke bi navê “Bandora Erhejê û Girêdana Sîyasî” çêkir.

Di vê derê de tê ragihandin ku piştî 6’ê Sibatê erdheja Mereşê di tercîhên hilbijêran de ji sedî 25 guhertin çêbûye û ji nav 4 kesan yek kesî dayîna dengê xwe guhertîye.

Armanca vê lêkolînê ew e ku piştî erdhejê di warê civakî, aborî, rêveberî, derûnî û sîyasî de di guhartina tercîhê hilbijêran de çi guhertina ku hatîye çêkirin tespît bikin.

Ev anket li 10 bajaranên ku bi tevahî bikaribin dîmenên Tirkîyê û herêma Kurdan nîşan bidin; Stenbol, Amed, Enqere, Bursa, Îzmîr, Antalya, Samsun, Kayserî, Erzîrom û Trabzonê bi 1.446 kesî re hatiye çêkirin. .

Li gor vê jî ji nav kesên ku beşdarî anketê bûne ji sedî 25 ragihandine ku piştî erdhejê di tercîha wan ya jibo hilbijartina 14 Gulanê de guhertin çêbûye.

Herwiha, rêjeya 52.5 ji sedî ji beşdarên vê anketê amadekarî û karûbarên hikûmetê di warê alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê de kêm û ne serkeftî dibînin.

Ji beşdaran sedî 32 hikûmetê, sedî 30 mitehîtan, sedî 23,90 beledîyeyan wekî tawanbar nîşan didin. Herwiha ji sedî 7.50 jî kesekî tawanbar nakin.

Di vê lêkolînê de derûnîya gel ya piştî 6’ê Şibatê, ku erdhej çêbûye jî hatîye pîvandin. Li gor vê jî, ji sedî 66,1 xwe xemgîn, 12,1 bi fikar, û ji sedî 8.8 jî bi hêrs dîyar kirine.

Ji beşdaran pirseke wiha hatîye kirin; “Heke ev Yekşem hilbijartin were lidarxistin, hûnê dengê xwe bidin kîjan partîyê?”

Di nav bersivanan de, ji sedî 30.9 gotine AK Partî, 21.8 CHP, 9.3 HDP, 7.3 Partîya Baş, 6.6 MHP, 2.2 Partîya Memleket, û 1.1 TÎP.

Piştî erdhejê di gelek lêkolînên din de jî bandora erdhejê ya ser hilbijartinê hatîye pîvandin.

Serokê Kompanyaya Lêkolînên Avrasyayê Kemal Ozkiraz ji Dengê Amerîka re li ser van lêkolînan got ku erdhejê bandora xwe li ser hemû hilbijêran dîyar kiriye:

“Piştî erdhejê me li deverên erdhejê lêkolîn çêkirin. Li gor lêkolînên me di dengê AKP’ê de sedî 2,2 kêmbûn çêbûye. Lê li deverên din jî em dibînin ku di dengê AKP’ê de kêmbûnî heye. Li gor hin çavdêrîyên min, di roja hilbijartinê de bendewarîyê hilbijêran, ku nehatine bicih kirin, bêtir bandor wê li ser dayîna dengê wan bike,” Ozkîraz da zanîn.

Ozkîraz balê dikşîne ser kesên ku wê di vê hilbijartinê de deng nedin jî. Û ew dibêje “Dibe ku sedan 3-4 neçin ser sandoqan.”

Li gor Kompanyaya Lêkolîna MetroPolê jî Tifaqa Gel (Cumhur) ji sedî 42.1, Îtifaqa Netewe jî ji sedî 37.6 deng digire, lê ev rêje tim diguherin.

Li gorî pêzanînên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) di hilbijartina 14 Gulanê 2023’an de 60 mîlyon û 904 hezar û 499 kes wê bikaribe denge xwe bi kar bîne.

ED_17_04_2023_Lêkolîn_Hilbijartin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00

XS
SM
MD
LG