Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu Dibêje Civîna Navbera Tirkîye, Rûsya, Îran û Sûrîyê Dikare di 10’ê Gulanê dê Çêbe


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got ku civîna navbera wezîrên derve yên Tirkîye, Rûsya, Îran û Sûrîyê dikare di 10’ê Gulanê de çêbe.

Çavuşoglu di programeke kanala NTV de got ku îhtîmal e civîn di 10’ê Gulanê de li Moskowê pêk were.

"Berê civînên amadekarî hatibûn kirin û hemû hevdîtin di çarçoveya nexşerêyekê de tên kirin. Civîna wezîrên berevanî û berpirsên îstixbaratê di asta teknîkî de, bi taybetî mijarên wek zêdekirina ewlehîya li erdê û danûstandina bi têkoşîna dijî terorê bi berfirehî tên nirxandin. Ji alîyê din ve, kombûna cîgirên wezîrên karên derve jî pêk hat. Ji Rûsyayê çend dem hatin pêşnîyar kirin û îhtîmal e ku civîneke wiha di 10’ê Gulanê de pêk were."

Çavuşoglu dîyar kirk u Serokê Îranê Îbrahîm Reîs niha li Afrîqa di gerekê de ye û hîn jî zelal nebûye ji Tehranê kê wê beşdarî civînê bibe.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG