Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Moskow bi awayekî erênî li mekanîzmaya sêqolî ya bi Tirkîye, Rûsya û Sûrîye dinêre.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ew dixwazin di navbera Enqere, Moskow û Şamê de danûstandinên dîplomatîk çêbin.
Reutersê dîyar kir ku rewşa Sûrîyê ya bo civîna rêberên her sê dewletan hîn ne zelal e.
Li gor wê ajansê Moskow bi karbidestên Şamê re ser hilcivînê danûstandinê dike.
Hêjayî bîrxistinê ye Tirkîyê di rojên borî de êrîş biribû ser bakurê Sûrîyê, lê Amerîka bi tundî li hember tevgerên Enqerê yên bo wê herêmê sekinîbû.
Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, wek rêxistineke terorî dibîne, lê Amerîka dibêje ku şervanên Kurd di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de aktorên girîng in.