Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqerê Dijî Xwepêşandana li Swedê Lêpirsîn Vekir


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê ser protestoya dijî Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya li Stockholm ya paytexta Swêdê dest bi lêpirsînê kir.

Di protestoyê de hin kesên ku Tirkîye dibêje alîgirên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ne, di xwepêşandanê de maketeke Erdogan darve kiribûn.

Li gor daxuyanîya nivîskî ya Serdozgerîya Komarî ya Enqerê, Enqerê ji karbidestên Swêdî pirsîye ku wan dest bi lêpirsînê kiriye yan ne.

Dozgerîya Tirk ji karbidestên Swedî xwest ku organîzatorên çalakîyê dîyar bikin û delîlên komkirî ji wan re bişînin.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO’yê dan ku bibin endama tifaqê, lê Tirkîyê bi îdiaya ku ew her du dewlet bo alîgirên terorê mazuvanîyê dikin dijî endamtîya wan sekinî.

Her du dewlet îdiayên Tirkîyê red dikin, lê Enqere ji wan dixwaze ku dijî alîgirên terorê gavên berçav bavêjin.

XS
SM
MD
LG