Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Kurdên Sûriyê di Navbera Tirkiyê û Rejîma Esad de


Ehmed Qasim û Hisên Omer
Ehmed Qasim û Hisên Omer

Sereokê Sûriyê Beşar Esed doh Duşemê Hêzên Sûriya Demukrat wek xayîn dan nasîn, li gor daxuyaniyeka nivîsîngeha wî kul i ser Internêtê hat belavkirin.

Rojekê berê jî, serokê Tirkiyê Erdogan careke din hêzên YPGê wek terorîst binav kirin û got Tirkiyê dê rê nede ku “hêlînên terorê” li nêzîkî sînorê wê cih bigrin.

Axaftinên her du serokan tên di demekê de ku axaftinên aştiyê li Cinêvê têk diçin û nîşan hene Sûçî bibe alternatîv jê re.

Piştî ewqas şer û qurbanî, gelo cihê hêzên Kurdên Sûriyê îro di nexşeya siyasî de li ku ye?

Radestkirina herêmên bin destê HSDê bo rêjîma Esed çiqas nêzîk û pêşbîn e?

Amerîka ta kîjan astê li pişt HSD û Kurdan e û nahêle ew bên êrîşkirin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pirsan:

Nivîskar Ehmed Qasim ku li Tirkiyê dimîne û şîrovekarê siyasî Hisên Omer ku li Belçîka dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 18_12_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:58 0:00

XS
SM
MD
LG