Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderên Tirk Dibêjin Tirkîye bo Operasyoneke li Sûrîyê Amade Ne


Hêzên ser bi Tirkîyê di hîndarîya leşkerî de xwe bo operasyoneke bejayî hazir dikin (Mijdar 22 222)
Hêzên ser bi Tirkîyê di hîndarîya leşkerî de xwe bo operasyoneke bejayî hazir dikin (Mijdar 22 222)

Ajansa Reuters îro Duşemê ji zarê karbidestên Tirk ragihand ku artêşa Tirkîyê wê di nava çend rojan de jibo operasyoneke eşkerî ya ser bakurê Sûrîyê amade be.

Karbidestê Tirk, ku nexwest navê wî eşkere be, da zanîn ku komên opozîsyona Sûrî yên ser bi Tirkîyê tenê çend roj piştî peqîna 13’ê Mijdarê ya Stenbolê bo operasyoneke wiha amade bûne.

Wî anî ziman ku li ber e ku oprasyona Tirkîyê di demeke nêz de destpê bike û tenê serokê welêt Recep Tayyîp Erdogan kêlîya destpêkirinê wê dizane.

"Hemû amadekarî temam bûne. Niha ev biryareke sîyasî ye," wî karbidestî got.

Erdogan ragihandibû ku Tirkîye bo ewlehîya sînorên xwe yên başûr di demeke guncaw de wê dest bi operasyoneke bejayî bike..

Karbidestên Tirk got ku operasyona bejayî wê herêmên Minbic, Kobanê û Tel Rifatê armanc bike ku wan deverêna bi cîhên bin kontrola Tirkîyê û hevbendên wê yên Sûrî girêbidin.

Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya Mazlum Ebdî roja Çarşêmê ragihandibû ku bajarê Kobanê diakre bibe armanca êrîşeke bejayî ya artêşa Tirkîyê.

Ebdî gotibû ku Kobanê bo Tirkîyê xwedîye giringîyeke stratejîk e jiber ku Kobanê heremên din yên Sûrîyê yên bin kontrola Tirkîyê bi hev girêde.

Pêla dawî ya operasyonên Tirkîyê di 20ê Mijdare de, piştî peqîna Stenbolê destpê ki, ku 6 kes di wê peqînê de hatibûn kuştin.

Tirkîyê di hefteya borî de bi firokên şer û topbaranan êrîş biribûn ser herêmên bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û ew êrîş hîn jî didomon.

Tirkîye jiber êrîşa li Stenbolê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêşengîya HSD’ê dike, tawanbar dike, lê ew ew îdiaya Tirkîyê bi xurtî red dikin û dibêjin ku ti peywendîya wan bi wê êrîşê re tuneye.

XS
SM
MD
LG