Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê di Nava 2022’yan de 1658 Karker Ser Xebatê Mirine


Meclîsa Ewlehîya Kar û Saxlemîya Kar (ÎSÎG) ragihand ku di vê salê de 1658 karker jiber bê ewlebûnê di dema xebatê de jîyanên xwe ji dest dane.

Li Tirkîyê di nav xebatên karkeran de bê ewlebûnî di radeya herî bilind de ye û li gorî daneyên ÎSÎG’ê tenê di meha borî de tenê 127 karker mirine.

ÎSÎG radigîhîne ku sektora ku karker jîyana xwe herî zêde hinda dikin bi % 20 sektora avasazî û çêkirina rêyan e. Piştî vê, bi % 12 sektora çandinê û veguhastinê, % 6 sektora maden û metalê tê û sedema % 36 mirinan jî nayê zanîn.

Li gorî daneyên ÎSÎG’ê bi % 23 di dema rûdanên trafîkê de, % 19 bi pelixandîbûnê û derbxwaribê, % 16 jî jiber ketinê jîyana xwe ji dest dane.

ÎSÎG li ser karkerên ku pênaber in jî bi taybetî disekine û dibêje ku ji 2013’an heta niha 756 mêr, 72 jin, 73 zarok bi tevahî 829 karkerên pênaber jiber bê ewlebûnê jîyana xwe ji dest dane. Jîyana % 51 ji Sûrîyê, % 18 ji Afganistanê ne.

Pirê van pênaberan bi 240 kesan di sektora cotkarî û daristanê de jîyana xwe ji dest dane. 204 kes di sektora avasazîyê de, 58 kes di beledîye û hin karê giştî de, 47 kes karê tekstîlê de û 33 kes jî di karê metalê de mirine.

Rêvebirê ÎSÎGê Murat Çakir dîyar dike ku sedemên piranîya wan mirinan jiber negirtina tedbîran e.

“Di vê salê de 61 zarok, 96 jin, 84 pênaber bi tevahî 1658 karkeran jîyana xwe hinda kirin. Her roj herî kêm 5 karker mirine. Stenbol di nav van bajaran de serî dikşîne, piştî wê Bursa, Îzmîr, Kocaelî, Enqere, Antalya û Mugla tên.”

Çakir di bingeha van qezayên karkeran de sedemê aborî û bi pêkhatina derûnîya xirab jî dîyar dike.

“Ev tablo jî ji mere nîşan dide ku piranîya sedemê mirinan ji bê ewlekarîyê tê, lê jiber rewşa nebaş derûnîya pir karkeran xirab e. Ev yek bandor xwe bi awayekî neyînî li ser xebata wan dike û ew jî rastî qezayan tên. Jiber qezeyên zêde, kardar û patron ewlekarîya karkeran misoger nakin û ew jî dibe sedema mirinan.”

ED_21_12_2022_Mirina_Karkeran_2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

XS
SM
MD
LG