Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê di Nîsanê de 40 Jin Hatine Kuştin


Platforma Rawestandina Kuştina Jinê raporta meha Avrêlê 2022’yan weşand. Di raportê de tê ragihandin ku di meha Avrêlê de 24 jin ji alîyê mêran ve hatine kuştin û 16 jin jî mirî hatine dîtin.

Rêxistinên jinan amaje dikin ku piştî rakirina Peymana Stenbolê di kuştina jinan de kêmbûnê çênebûye her ku çûye kuştina jinan zêdebûye.

Li gorî raporta Platforma Rawestandina Kuştina Jinê di nav 24 jinan de 13 jin li ber çi hincetê hatîye kuştin dîyar nebûye; ji vana 10 jin jî li ber daxwazê berdanê, lihevnehatinê, dij derketina zewacê, redkirina têkilîyê û her wekî din hicetan hatine kuştin.

Platforma Rawestandina Kuştina Jinê ragihand ku 1 jin li ber hinceta aborîyê hatîye kuştin û ev hemû kuştinên jinê jî Platform wiha şîrove dike, “Em dibînin ku 13 jin li ber kîjan hincetan hatine kuştin dîyar nîne. Ev yek jî ser kuştina jinê bi şiklekî din digre. Heke jin ji alîyê kê ve û bi çi hincetî hatîye kuştin neyê tespîtkirin; wê gavê darizandina dadane çê nabe, gumanbar, bersuc û kujer heke cezayên berterefker negrin kuştina jinan jî wê bidome.”

Di raporta Platforma Rawestandina Kuştina Jinê de tê dîyarkirin ku li Stenbolê 4, Îzmîrê 2, Xarpêtê 2, Edenê 2 û 12 bajarên din de jî 1 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin. Himan raportê de li Stenbolê 3, Rihayê 2 û li 11 bajaran jî 1 jin bi guman mirî hatine dîtin.

Di raportê de cî û bi çi amûrî jin hatine kuştin jî tê amajekirin. Li gorî vî jî 15 jin di malên xwe de, 4 jin di kolanan de, 1 jin di nav seyarê de, 1 jin di cîyê kar de, 1 jin li parqê û 1 jin jî di qeraxê rê de hatine kuştin. Li gorî van hejmara jî di nav van jinan de sedan 67 li malên xwe hatine kuştin.

Di nav van jinan de 15 jin bi çek, 5 jin bi amûrê jêkirinê ango bi kêrê, 4 jin jî bi xeniqandinê hatine kuştin.

Li Tirkiyê hima hima roj nîne ku jinek neyê kuştin, lê rêxistinê jina amaje dikin ku dada Tirkiyê bergirîya van kuştina nagre, lê rêxistinên ku li pey doza jina diçin li ser wan zor û zextan hîç kêm nabin.

Di meha çûyî de li Tirkiyê di derheqê Komeleya Platforma Rawestandina Kuştina Jinê de doza girtinê hatibû vekirin. Ev Komele 12 sal berê jibo rawestandina kuştina û tundîya ser jinê hatibû damezirandin.

Ev komele di nav 12 salan de li her derê Tirkiyê di nav jinan de bi rêxistinî bû. Jinên ku ji alîyê zilaman ve tên kuştin, jinên ku bi şik kuştî tên dîtin, jinên ku rastî tundîyê tên ewan yek yek lêkolîn dike û her me wek raport di ser malpêra xwe ya înternetê de diweşîne.

ED_05_05_2022_Jin_Kuştin_Raport
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00
XS
SM
MD
LG