Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Nexweşên Penceşêrê Her Sal Zêdetir Dibin


Li gorî Ajansa Lêkolînên Penceşêrê ya Navnetewî (IARC) li Tirkîyê di sala 2020an de 126 hezar û 336 kes ji penceşêrê mirine.

Tenê di nava 5 salên dawî de jî yên ku bi vê nexweşîyê jîyana xwe ji dest dane 581 hezar û 636 kes in.

Nîfûsa Tirkîyê 84 mîlyonî derbaz bûye. Li gorî lêkolîna IARC’yê bes sala borî 233 hezar û 838 kes bi nexweşîya penceşêr (kanser)ê ketine û ji vana % 54 jî mirine.

Heta niha li Tirkîyê 35 cûrêyê penceşêrê hatine dîtin.

Di nava wan de zilam herî zêde bi penceşêra pişikê, jin jî bi penceşêra memikan dikevin û rêjeya mirinê jî herî zêde ji van nexweşîyan pêk tê.

Dr. Suhel Yuruk
Dr. Suhel Yuruk

Pisporên penceşêrê jibo ku li Tirkîyê bergirî werin girtin hişyarî didin Wezareta Saxlemîyê.

Dr. Suhel Yuruk dibêje ku Tirkîye di warê penceşêrê de di xeteke rîskê de ye.

“Enqere di serî de Antalya, Bursa, Edîrne, Erzirom, Eskîşehîr, Îzmîr, Samsun û Trabzon cî digirin. Di nav 5 salên dawî de li tevahîya Tirkîyê sedî % 56 zilam û % 44 jî jin bi penceşêrê ketine.”

Dr. Suhel Yuruk bal dikşîne ku rêya here girîng ya bergirîyê zû pêhesîyan wê nexweşîyê ye.

“Dema hebûna pêncşerê di bedena mirovan de zû were dîtin, hîngê rizgarbûna ji nexweşîyê pêkan e. Loma çekap (check-up) anku kontrola bi giştî gelek girîng e.”

Li gor lêkolînên IARC’yê 185 wdewletan de 36 cûreyên penceşêrê hatin dîtin. Li tevahîya dinyayê di sala 2020an de 19 mîlyonî zêdetir kes bi penceşêrê ketine û ji vana 10 mîlyonî zêdetir kes jî mirine. Disa li gor van lêkolînan di nav 5 salên dawî de li cîhanê ji 8 zilaman 1 û ji 11 jinan 1 bi penceşêrê dikevin.

ED_14_04_2021_Penceşer_Dr_Suhel_Yuruk
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG