Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê Derbarê Operasyona Ser Efrînê Agahî Parve Dike


Li gor agahîyên fermî di heft rojan de di şer de 3 leşker û 11 endamên artêşa Azad ya Sûrîyê hatine kuştin.

Tirkîye dibêje şeva Pêşemê 13 firokên şer 23 hedefan xistine û herî kêm 343 endamên PYD/PKK/YPG kuştin. Di daxuyanîyan de behsa kuştina sîvîlan nayê kirin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Pêncşemê çûbû navenda rêvebirîya operayasyonê û li wir ji Serokerkanê Tirkîyê Hulusî Akar agahîyan standibû.

Yekîtîya Doktorên Dijî Şer daxuyanîyek belav kir û got ku şer nexweşîya herî mezin ya civakê ye û ew li dijî mirinê ne, lê Erdogan dijî wê daxuyanîyê derket û got ewi hêz didin terorîstan.

170 niviskar, rojnamevan, rewşenbîr û sîyasetvan jî jibo rawestandina şerê Efrînê nameyek ji parlamenterên AKPê re hinartin ku bi helwesteke hevbeş dengê xwe bilind bikin û rê nedin kuştina mirovan.

Lê, cîgirê serokwezîr Bekir Bozdag ji kesên ku name nivîsîye re berteke tund da. "Ew hemî berdevkên rêxistina terorê ne. Li ser navê aşitîyê dixwazin helwesteke çêkin ku operasyona me ya dijî terorê têk bibin. Ev çi rewşenbirî ye, ez wan hewalê gel dikim."

Hêjayî gotinê ye ku roja operasyon destpêkir, Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim bi rêvebirên televîzyon û rojnamevanan re civinek çêkir û xwest operasyonê weke erka netewî nîşan bidin.

Rojnamevan Gulistan Korban behsa vê civînê û wateya wê dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li ser torên civakî gelek kes jiber ku li dijî operasona ser Efrînê peyaman nivisandin, yan parvekirin, bi heceta propagandaya terorê hatin girtin. Di van rojan de, sê rojnamevan jî hatin girtin ku niha hejmara rojnamevanên girtî 156 e.

Herwiha, Tirkîyê hişyarî daye Twitter, Youtube û Facebookê ku nehêlin li dijî operasyona Efrînê û Tirkîyê kempeyn belav bibin.

KHF_01_26_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00

XS
SM
MD
LG