Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Sedan Kesên Dijî Operasyona Efrînê Binçav Kirin


Wezerata Navxweyî ya Tirkîyê da zanîn ku bi gumana belavkirina propagandayên terorê ya dijî operasyona Efrînê, 311 kes hatine binçav kirin.

Ew berguman ji 20'ê mehê heta niha, jiber nerazîbûnên xwe yên dijî operesyona Tirkîyê ya ser Efrînê hatine binçav kirin.

Tevî ku wezaretê hûrgilîyên pirtir eşkere nekirine, hêzên ewlekarî operasyonên binçavkirinê li seranserî welêt, ji Îzmîrê heta Wanê li rojhilata Tirkîyê bi rêve birin.

Rêxistinên mafên mirovan derbarê azadîya ramanê li Tirkîyê dilgiranîya xwe dubare kirine.

Human Rights Watch hefteya borî li ber nebûna tolerensa li hember rikeberî û cudabirî Tirkîye rexne kiribû.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kiribû ku operasyona Şaxê Zeytûnê pirseke netewî ye.

Wî gef kiribûn ku her kesê li dijî wê xwepêşandanan pêk bîne, dê bi giranî hesaba wê bide.

XS
SM
MD
LG