Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî yên Tirkîyê de 4 Kes li Derêlokê Hatine Kuştin


Derêlokê
Derêlokê

Devera Amêdîyê ji alîyê Tirkîyê ve bi berdewamî bombebaran kirin.

Di şeva Çarşemê de Gelîyê Reşava ya ser bi nahîya Dêrelokê bû armanca êrîşên esmanî yên firokên Tirkîyê û 4 hemwelatî jîyanên xwe ji dest dan.

Heta niha termên 2 qurbanîyan hatine dîtin û kesûkarên wan û gelê herêmê termên din digerîn.

Xizimên qurbanîyan dibêjin ku ew çûbûn girtina masîyan û peydakirina hingifa wê deverê, lê bûne armanca firokên Tirkîyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di demên dawî de 16 hemwelatî li devera Amêdîyê bûne qurbanîyên bombebarana firokên Tirkîyê.

Kerem kin raporta taybet ya nûçegîhanê me Selam Balayî temaşe bikin:

Di Bombebarana Tirkîyê de 4 Kes li Dêrelokê Hatin Kuştin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG