Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê got ku Tirkîye û Ermenistanê wê gavên dualî bavêjin ku peywendîyan bikin normal.
Çavuşoglu got ku ewê nûnerên xwe bişînin her du paytaxtan û firînên navbera Stenbol û Yerevanê jî wê di demeke nêzîk de destpê bikin.
Ermenistan û Tirkîyê di sala 2009an de peymana aştîyê îmza kiribû ku peywendîyên xwe jinûve destpê bikin û sînorên xwe yên hevbeş vekin, lê ew peyman ti car bi cîh nehatibû.
Di dema şerê Nagorno-Qarabaxê de Enqerê piştgirîya Azerbaycanê kiribû û Yerevan bi dagirkirina axa Azerbaycanê tawanbar kiribû.