Artêşa Tirkiyê dibêje, wê firokên şer li dijî armancên serhildayên Kurd bikar anîye piştî ku leşkerên wî li ser sînorê Îraqê hatin kuştin.
Di daxuyaniyekê de, artêşê got, mîlîtanên Kurd bi çekên giran êrîş birin ser leşkerên Tirk li devera Şirnexê. Ew yek jî bû encam ku artêşa Tirkiyê bersivê bide.
Pevçûnên nû aloziya di navbera hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zêdetir dikin. Bilindbûna asta tunûtûjiyê pêvajoya aştiyê di navbera her du aliyan de dixîne jêr gefeyê.