Bikir radigihînin ku li Tirkîyê kirîna trombîlan dijwartir dibe, lê li gor statîstîkan di nav 4 salên dawî de buhayê otomobîlan % 200 zêde bûye.
Li gorî Desteya Statîstîka Tirkîyê (TUÎK) di dema pandemîyê de pêwîstîya bikiran di warê trombîlan bilind bûye.
Disa li gorî daneyên TUÎK’ê di sala 2002 an de hejmarê trombîlan bi giştî 8 mîlyon û 655 hezar bû.
Di sala 2011an de ev hejmar heta 16 mîlyon û 89 hezarî û piştî pandemîyê jî di dawîya sala 2020an de ev hejmar heta 24 mîlyon û 144 hezarî bilind bûye.
Di nav 19 salan de di hejmarên otomobîlan de bêtir zêdebûn di hejmarê qamyonetan de çêbûye û di dawîya sala 2020an de derketîye 3 mîlyon û 938 hezarî.
Hejmara taksî 13 mîlyon û 99 hezar, pas 212 hezar, mînîbus 493 hezar, traktor 1 mîlyon û 180 hezar û hejmarê motorsiklet derketîye 3 mîlyon û 512 hezarî.
Li Tirkîyê zêdebûna nirxê diravên bîyanî, bilindbûna faîzan û rêjeya bacê yekser li ser firotina otomobîla xwe dîyar kir. Lê di dema pandemîyê de ev bêtir zêde bûye. Di destpêka sala 2021an de buhayê trombîlan % 16 bilind bûye. Lê li gor çar salên dawî jî ev rêjeya bilindbûnê % 200 e.
Li gor daneyên TUÎK’ê di meha Cotmehê 2021an de di buhayên otomobîlên dizel de zêdebûnek çênebûye, lê di yê benzinî de jî bilindbûneke kêm çêbûye.
Lê ev daneyê TUÎK’ê ne bikir û ne jî opozîsyona sîyasî rast nabînin. Berdevkê CHP’ê Faîk Oztirak li ser daneyên TUÎK’ê got ku TUÎK li gor daxwaza desthilatîyê reqeman eşkere dike.
“TUÎK dibêje ku di meha Cotmehê de buhayê otomobîlên dizel zêde nebûye. Desthilatî jî gava sedemê wî dîyar dike, dibêje ku li ber nebûna çîp makîneyên dîzel di dema pandemîyê de pir kêm hatine firotin. Lê lêkolînênên me wiha nabêjin. Dîsa li gor TUÎK’ê di buhayên trombîlên benzinî de jî kêm bilindbûne heye. Lê Komela Dîstrîbutorê Otomobîlê van daxuyanîyên rêvebirên TUÎK’ê derew dinîrxîne. Di meha Cotmeha 2021an de 40 hezar û 512 otomobîl hatine firotin. TUÎK bi tevahî di bin kontrola desthilatîyê de ye, gelo ji bo çi van reqeman vedişêre?”
Pispor bal dikşînin ku di dema pandemîyê de berxuran li şûna veguhastina giştî, berê xwe dan trombîlên taybet û yên ku otomobîla wan tunebû jî ji xwe re trombîlên nû kirîn û ew jî buhayê trombîlan bilind kir.