Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavusoglu Dibêje Peymana Agirbestê ji Azerbaycanê re Serketineke Pîroz E


Alîyev û Çavuşoglu
Alîyev û Çavuşoglu

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavusoglu îro Sêşemê kêfxweşîya xwe ya ser peymana sekinandina şer li Qarabaxê dîyar kir.

Çavusoglu got ku ew peyman serketineke pîroz e û ji Azerbaycanê re destkeninên girîng anîne.

Tirkîyê, ku endama NATO ye, piştgira serekî ya Azerbaycanê ye çavdêrên leşkerî bal dikşînin ku dronên Tirk di şerê navbera Azerî û Ermenîyan de roleke girîng lîstiye.

Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev jî got ku daxuyanîya agirbestê jibo wan xwedîyê girîngîyeke dîrokî ye.

“Ev agirbest teslîmbûna Ermenîyan e û dawî li dagirkerîya saelîn dirêj yên Ermenistanê tîne,” Alîyev got.

XS
SM
MD
LG