Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Korona Hejmara Bêkaran li Tirkîyê ji 10 Mîlyonî Borîye


Yekîtîya Odaya Şêwirmendên Darayî û Jimaryarên Serbet yê Tirkîyê (TURMOB) raporek bi navê “Bandora Vîrusa Korona ya Ser Aborîya Tirkîyê” amade kir.

Di dawîya sala 2019'an de li Tirkîyê 4 mîlyon û 400 hezar bêkar hebûn. Di vê rapora TURMOB’ê de tê dîyar kirin ku ev hejmar piştî vîrusa korona 10 mîlyonî derbaz kiriye.

Berî belavbûna korona hin kes hebûn li cem yekî din dixebitîn û hin kes jî hebûn kar didan yekî din; niha ev her du cure jî jiber rojên vîrusa korona bêkar mane.

Dewletê ragihandibû ku dê kesên ku bêkar bimînin wê alîkarî bide û jibo kesên xizan jî 1000 lîra pere bide. Ev pere jibo hin kesan were dayîn lê li Tirkîyê bi mîlyonan kesan hîn ev alîkarî negirtiye.

Kamîl Sonmez
Kamîl Sonmez

Kamil Sonmez demeke dirêj e di sektora xizmetê de xebitiye û piştî belavbûna korona bêkar maye. Sonmez gazincan dike ku dewlet soza alîkarîyê bi cîh nayîne.

“Ez demek e dirêj e ku di karê xizmetê de me. Piştî ku nexweşîya korona hat ez jî wek gelek kesên din bêkar mam. Bi rastî kardarên min jî bêkar man. Pêwîst e ku dewlet alîkarî bide me, lê dewlet têne sozan dide.”

Edîbe Gunal
Edîbe Gunal

Hikûmeta Tirkîyê ragihandibû ku 1000 lîra dê bidine kesên ku pêdivîya wan hene. Edîbe Gunay dibêje ku dewlet di belavkirina vê alîkarîyê jî ne dadmend e.

“Vîrusa korona û qedexebûna kolana em belengaz hiştin. Dewletê soz da ku 1000 lira pere bide. Ji hin kesan re pere derdikeve, lê jiber korona, çûyîn û girtina wî pereyî jî gelek zehmet e. Di nav wan de nexweş hene, astengdar hene, kal hene. Ewê çawa herin, vî pereyî bigirin.”

ED_04_24_2020_Hejmara_Bekaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG