Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Huseyîn Denîz: Korona Aborîya Tirkîyê Şikand


Belavbûna Covîd-19 di warê aborî û bêkarîyê de li hemû dinyayê bandoreke neyînî derxist holê.

Ji van qadan yek jî Tirkîye ye. Di destpêka pandemîyê de li gor hejmarê resmî, (Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê -TUIK), rêjeya bekarîyê %13.2 ye. Li gor vî jî 3 mîlyon 971 hezar kes bêkar in.

Lê piştî pandemîyê heta niha jî hejmareke resmî li Tirkîyê nehatîye eşkere kirin.

Di dema pandemîyê de lê hin rêxistinan hejmara betalan ragihandin. Li gor Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ya Tirkîyê (DÎSK) 13 mîlyon kes bêkar in. Li gor lêkolîna Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî ev hejmar 14 mîlyonî dîyar dike.

Reqemên ku ji alîyê hikûmetê ve hatine eşkere kirin û yên ku ji alîyên hin rêxistinan ve hatine ragihandin hevdu nagirin.

Huseyîn Denîz
Huseyîn Denîz

Aborîzan Huseyîn Denîz dema van cudabûnan dinirxîne, dibêje ku hikûmet ji gel rasteqîna aborîyê û bêkaran vedişêre. Di vî warî de jî wiha dibêje:

“Berî pandemîyê û piştî pandemîyê jî di warê aborîyê de Tirkîye di rewşeke gelek xirab de bû. Lê hikûmet ji gel hin rasteqînê aborîyê vedişêre. Sazîyên hikûmetê TUIK bi reqeman dilîze û reqemên ne rast nîşanî gel dide.”

Reqemên bêkaran li Tirkîyê her ku diçe zêde dibe. Aborîzan Denîz vê yekê jî wiha rave dike:

“Piştî vê pandemîyê bi mîlyonan kes betal man. Heta niha jî hikûmetê tiştekî dîtbar di vî warî de dîyar nekirîye. Em dibînin ku bandora pademîyê hê jî ser aborîye mezin e. Dema em li aborîyê bi zanistî temaşe dikin dibînin ku di pêşîya me de tabloyeke xirabtir xwe nîşan dide.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:18 0:00

XS
SM
MD
LG