Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Tirkîyê Rêdana Danîna Pirtir Baroyan Dijî Zagona Bingehîn Dibîne


Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) pêşnîyara avakirina baroyên pirhejmarî roja Yekşemê anî komîsyona parlamantoyê.

Li ber e ku piştî nîqaşên di komîsyonê de, pêşnîyarqanûn roja Çarşemê yan jî Pêncşemê were pêş civata giştî ya parlamana Tirkîyê.

Serokên baroyan ji hefteke zêdetir e hatibûn Enqerê ku hewila hikûmetê ya guherma qanûna baroyan protesto bikin. Wan, piştî ku pêşnîyara hikûmetê do Yekşemê hat pêş komîsyona parlamanê, bi daxuyanîyeke çapemenîyê dawî li çalakîyên xwe anîn.

Îsmaîl Elîk
Îsmaîl Elîk

Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk ji Dengê Amerîkayê re got ku hikûmeta Tirkîyê çiqas bi ya xwe bike, ewê jî bertekên xwe bidomînin.

“Desthilatîya AKP û MHP li dervayê demokrasîyê tevdigerin. Me xwest dengê demorasîyê bilind bikin û mafên hiqûqzan û gel biparêzin. Lê wan bi zext û zora polîsan êrîş anîn ser me. Dengê me hemû gel bîhîst lê desthilatîyê guhê xwe girt û nexwast ku bibîhîse.”

Elîk dîyar kir ku destûr ji wan re nehat dan ku ew herin parlamantoyê û hevdîtin ligel komîsyonê çêkin.

“Dibêjin ku wan bi me re hevdîtin çênekir, lê ev ne rast e. Me xwest ku em li parlamantoyê hevdîtin çêkin lê destûr nedan me. Niha bi serê xwe dixwazin baroya pirtir saz bikin, lê li vê derê em car din hikûmetê hişyar dikin ku ev dê nakokîyên hiqûqî zêdetir bike.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:52 0:00

XS
SM
MD
LG