Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de 7 Leşkerên Tirk li Batmanê Hatin Kuştin


Di peqîneke de 7 leşkerên Tirk îro Pêncşemê li navçeya Kercewsa ya Êlihê (Batman) hatin kuştin.

Walîtîya Batmanê bi daxuyanîyekê ragihand ku di encama kemînekê de, maşîneyeke leşkerî hate peqandin û 7 leşker jîyanên xwe hinda kirin.

Walîytî dîyar kir ku êrîş ji alîyê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye kirin.

Cîgirê serokê AKPê Numan Kurtulmuş li Wanê got ku ev êrîş li dijî mirovahîyê û herwisa li dijî aramî û ewlehîya gel hatiye kirin û êrîşkar jî dê hesabê bidin.

Li alîyê din, Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku "Cuma Mardîn (Mehmet Sait Suer), berpirsê PKKê ya Herêma Mêrdînê” di encama operasyonekê de hatiye kuştin.

Wezaret dibêje ku Suer di "Lîsta Sor" ya dewletê de cîh digirt û 4 mîlyon lîra pere li ser wî hatibû danîn.

KHF_10_04_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:30 0:00

XS
SM
MD
LG