Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encama Hilbijartinên Amerîkî li Tirkîyê Çawa Tê Nîrxandin?


Rewşa hilbijartinên Amerîka bi awayekî fermî dîyar nebe jî, li Tirkîyê bi berfirehî tê gotûbêj kirin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê serokê hilbijartî Joe Biden pîroz kir.

Dîsa, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, Hevserokên Giştî yên HDP’ ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî pîrozbahîya xwe ji Biden re pêşkêş kirin.

Alattîn Firat
Alattîn Firat

Li Tirkîyê hin rêvebirên partîyên sîyasî ji piştî vê encama nefermî nêrînên xwe jî dîyar kirin.

Rêvebirê Partîya Dahatû Alaattîn Firat piştî encama ku derketiye erênî dibîne.

“Encama hilbijartinê Amerîka helbet pir girîng e. Berî her tiştî Joe Biden birêvebirina dewletê baş dizane. Ew ji sîyaseta dinê baş têgîhîştîye û mirovekî demokrat e loma jî hatina wî dê gelek astengîyan rake.”​

Hin partîyên sîyasî jî jibo nîrxandina hilbijartinê Amerîkî pêwîstî bi dem dibînin.

Salîha Aydenîz
Salîha Aydenîz

Hevseroka Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (BDP) Salîha Aydenîz dibêje ku dibe mirov bi erênî li encama hilbijartinê binêre.

Tiştê herî girîng ew e ku serokê Amerîka li hemû dinê sîyaseteke çawa bimeşîne û bi taybet jî polîtîkayên wî yên derheqa Kurdan wê çi be û jibo wî jî dem pêdivî ye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00

XS
SM
MD
LG