Li girtîgehên Tirkîyê hejmara zarokên girtî her zêde dibin. Wezareta Dadê ya Tirkîye dibêje ku 2800 zarokên ku temenê wan di navbera 12-17 salî ne, li girtîgehan in.
Ji wan zarokan, 994 zarok mehkûm in û 1715 ji wan girtî ne û 2709 law, 91 jî qîz in.
Di navbera sala 2013’an û 2017’an de, 13 zarok li girtîgehan mirine û 6 ji van xwe kuştîne.
Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Stenbolê Onursal Adiguzel bal dikşîne ku pirsgirêken cidî li girtîgehên zarokan hene.
“Zarok rastî lêdanê tên. Jiber ku girtîgeh ti piştgirîya aborî nadin, zarok bi çeteyên hindurê girtîgehê re dimînin. Zarok dema lêgerînan de têne tazî kirin. Bona zarokên bîyanî werger nayên peyda kirin.”
Adiguzel bang li karbidestan dike ku girtîgehên zarokan bigirin yan jî mercên wan baştir bikin û derfeta perwerdê bidin zarokan.