Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzêr Arksak Rewşa Girtîyén Sîyasî yên Kurd li Tirkîyê Dinirxîne


Parézêr Murat Arksak di hevpeyvînekê li gel Dengê Amerîkayê de rewşa girtîyên sîyasî dinirxîne.

Arksak dide zanîn ku di salên dawî yê de hijmara girtîyên sîyasî di girtîgêhên Tirkîyê de zêde bûye û devleta Tirkîye wan ji bajarên malbatên xwe dûr dixe û ew ji di hêla aborî ve malbatên girtîyan dixe zor û zehmetîyê de.

Her wiha parêzêr Murat Arksak dide zanîn ku di operasyonen sîyasî yên li diji HDPyê de sîyasetmedarên jin pir hatine girtin û piraniya wan ji ber axaftinen xwe hatine tawanbar kirin. Wekî mînak Arksak got "Selma Irmak, parlementêra berê ya HDPyê ji ber axaftina xwe 8 salan ceza xwarîye û her wiha sîstema hevserokatî ji wekî tawanêke hatîye dîtin"

Arksak her wiha got girtiyên sîyasî rû bi rû qedexekirina pirtûk û rojnamêyan ve ten. Parêzêr ew pirsgirêkan dibin Dadgeha Avrupî, le wî dide zanîn ku ji ber rewşa sîyasî li Tirkîye, hûkûmet biryarên Dadgeha Avrupi bicih ne aniye wekî minak biryara dadgehê li ser serbestdayîna Selahattin Demirtas nehat qebul kirin.

Di alîyê din ve, Arksak dibeje girtîyên sîyasî yên nexweş ji 1000 zedetir bûyê û ew ji metirsîyêkê mezin e, bi taybet ku niha metîrsîya korona yê çebûye.

Ji bo direjîya wê hevpeyvînê lînka jerîn bitiqinin.

RI_03_25_2020_Murat Aksark
please wait

No media source currently available

0:00 0:19:34 0:00


XS
SM
MD
LG