Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk di Doza Darbeya Leşkerî de Cezayê Zindankirinê Dirêjîya Jînê li 92 Kesan Birî


Dadgeheke Tirk îro Çarşemê cezayê zindankirinê ya dirêjîya jînê li 92 kesan birî ku di nava wan de serbazên payabilind jî hene, bi sedema ku wan di hewila darbeya leşkerî ya 2016’an de cîh girtiye.

Dadgehê ji 12 kesan re cezayên zindankirinê yê bi dirêjîya jînê da û rê li ber derketina bi şert jî girt.

Meha çûyî jî dadgeheke din di heman darbeyê de ji hin kesên din re cezayên giran birîbûn ku Enqere dibêje ew pêşengên hewila darbeyê ne û endamên tora Fethullah Gulen e.

Heta niha 292,000 qaşo bi îdiaya girêdana tora Gulen hatine girtin û doza nêzî 100,000 kesên girtî hîn didomin.

Dîsa, dora 150,000 karmendên sivîl bi îdiaya hebûna rola wan di hewila darbeya leşkerî de ji kar hatine dûr xistin yan qewitandin.

XS
SM
MD
LG