Jêderekî wezareta derve ya Tirkîyê ji Reutersê re got ku şandeya Tirk, ku jibo çareserkirina alozîyên ligel Amerîka çûbû Washingtonê, îro Pêncşemê vegerî Tirkîyê.
Demûdest ti daxuyanî ji Enqerê nehate dayîn ku di hevdîtinan de li ser mijarên kêşebar ti pêşketin çêbûne yan ne.
Peywendîyên her du hevalbendên NATO di salên dawî de xirabtir bûne û jiber girtina qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson ya bi heceta terorîzme, krîzek di navbera her du alîyan de derketibû.
Rêvebirîya Amerîkî ceza danabû ser du wezîrên Tirk, ku Washington ji zindankirina Brunson wan berpirs dibîne.
Şandeya Tirk Çarşemê li Washingtonê bi karbidestên wezareta derve û yên wezareta budcê civîbû, lê di hevdîtinan de pêşketin peyda nebûbûn.
Jiber krîza berdewam, lîraya Tirkî îro Pêncşemê bi berdewanî nirxa xwe hinda kir û dolareke Amerîkî bû 5.4650 lîrayên Tirkî.