Dadgeha Tirkîyê ser doza Bingeha Akinci ya ku jiber hewildana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatibû vekirin, biryar da.
Dadgeha Cezaya Giran ya 4’an ya Enqerê bo sîvîlên bi navê Kemal Batmaz, Hakan Çîçek, Nurettîn Oruç û Harun Bînîş, jiber ‘’hewildana rakirina sîstema qanûnî’’, ‘’kuştinkarîya dijî serokomar’’ û ‘’kuştinkarîya bi qest’’ 79 caran cezaya girtîgehê ya bi dirêjîya jînê da.
Wê dadgehê bo pirtir ji 10 leşkerên ku ji Bingeha Leşkerî ya Akinci rabûne bombebaranê yan alîkarîya wan kesan kirine jî cezaya girtîgehê ya bi dirêjîya jînê da.
Di nav wan de Fermandarê Tankera 10’an ya Încîrlikê Bekîr Ercan Van jî heye ku wî 70 caran cezaya girtîgehê ya bi dirêjîya jînê girt.
Fermandarê berê Fatîh Yarimbaş yê ku pêşengîya tîma hewil dida Fermandarê Hêzên Taybet yên wê demê Zekaî Aksakalli bigire 9 caran cezaya girtîgehê bi dirêjîya jînê xwar.
Dadgehê bo 11 fermandarên ku firokên F-16 yên ji Bingeha Akinci rabûne birêve birine û sazîyên ewlekarîyê û meclîsa Tirkîyê bombebaran kirine 79 caran cezaya girtîgehê ya bi dirêjîya jînê da.
Doseya 6 bergumanên hinda, ku di nav wan de Adîl Oksuz yê ku tê îdia kirin ‘’îmamê sîvîl’’ yê alîgirên Fetullah Gulen e heye, hat veqetandin.
Di îdinameyê de, ku 4568 rûpel bû û ji 570 klasoran pêk dihat, Bingeha Akinci wek navenda biryaran ya alîgirên Fetullah Gulen dihat raber kirin.