Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dronên Tirkîyê li Qarabaxê Dibe Sedama Kuştina Sîvîlan


Di alozîya Qarabaxê de, dronên Tirkîye ji bo Azerbaycanê rolêkê dilîzê.

Teknolojîya dronê niha bûye perçeyekê sîyaseta derveyê Tirkîye, le endustrîya dronê ya Tirkîye rûbirû çavderîya civata nawnetewî te.

Hêzên Azerbaycan dronên Tirkîyeyê li pêşîya enîya şera Qarabaxê bikartîne- ku dixwazê ew ê ji destê etnîkîyên Ermenî dîsa vergire. Ermenîyan di sala 1990an de, di şerêkê dijwar de Qarabaxê ji destê Azerbaycanê girtin ku nezîkî 30 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.

Di wê alozîye de, Tirkîye soz dayê ku pišgirîya Azerbaycanê bike.

Pisporê Beravanîyê, Arda Mevlutoglu dibeje ew alozî geşbûna navdarîya Tirkîyeyê wekî hezekê serekê ya dronê binpê dike.

“Tirkîye heta niha bi têcrûbeya parzemînekê mezin dronên peşketî dizayn dike û çedike. Belkî ne bi qasî dronên peşvecûyê yên Amerîkanê, le beguman dikare bi dronên Çînê pêşbazî bikin. Dronên Tirkîye her tim bi teknolojîya nû pêşdikevin” Mevlutoglu got.

Di alîyê din ve, Ermenîstan bikaranîna dronên Tirkîye li Qarabaxê şermezar kir. Raportên dawî dibejin leşkerîya Ermenîstanê bi mûşekan dronên Azerbaycanê li bajara Yerewanê de anîye xwarê.

Ankara bikaranina dronan bo pişgiriya serhilderên Sûrî pişrastdike û her wiha bikaranîna dronan li diji serhilderên Kurd li Iraqê. Dronên Tirkîye her wiha li Lîbyayê de alikarîya Hîkûmeta Niştîmanîya Libyayê kiriye.

Bikaranina dronên Tirkîye li Qarabaxê yek sedemên zedebûna kuştina xelkê sîvîl tê ditîn, ku hezên navnetewî li diji wê derdikevin.

Pispore sîyasî Atilla Yesilada dibeje Canada firotina perçeyen giring yên dronan rawestand, ku ew di çekirina dronên Tirkîye de dikare pirsgirek derxê.

“Tirkîye hemû perçeyên software yên dronan yan ji Çînê distîne yan ji devletên Rojavayê”

XS
SM
MD
LG